Li Edeneyê operasyona binçavkirinê 2021-03-19 08:22:04   EDENE – Li Edeneyê polisan bi ser malan de girt û gelek kesî binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin de bi hinceta tevlî bûyerên civakî bûne û li ser hesabên xwe yên medya civakî “Propagandaya rêxistinê” kirine û biryara binçavkirina 15 kesan da. Polisan bi vê biryarê bi awayekî hemwaxt li bajar bi ser malan de girt. Nehat hînbûn ku polisan di van serdegirtinan de çend kesan binçavkirine lê hat diyarkirin ku polisan deriyên gelek malan şikandine û wisa ketine malan û lêgerîn kirine.