Karkerên KHK'î bi ser ketin 2021-03-19 09:00:45 BEDLÎS - Xebatkarên Şaredariya Tetwanê ku bi KHK'ê hatibûn îxrackirin, ji bo vegerin ser karê xwe serî li AYM'ê dabûn û AYM'ê jî biryara "binpêkirina mafan" dabû. Piştî vê biryarê dadgeha herêmê biryar da ku karker vegerin ser karê xwe.  Karkerên Şaredariya Tetwanê Erhan Koç, Gulbahar Aslaner, Erkan Akbay, Bîlgen Yetîşkîn, Emrûllah Akten, Mehmet Şîrîn Baran, Hanîfî Baran û Kamûran Sari di sala 2017'an de bi KHK'ê hatibûn îxrackirin. Piştî vê her 8 karker bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Asliye Hiqûqê ya 1'ê ya Tetwanê dabûn, ji bo ku vegerin ser karê xwe. Dadgehê jî ji bo vê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û MÎT jî di nav de ji 12 saziyên dewletê nivîs xwestibûn û van saziyên navbirî jî gotibûn derbarê van kesan de "tu sûc tune ye", lê cardin jî dadgehê serlêdana wan red kiribû.    Piştî biryara dadgehê, vê carê karkeran serî li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê dabû. Lê belê Dadgeha Îstinafê jî daxwaza karkeran red kiribû. Herî dawî karkeran bi hinceta "binpêkirina mafan" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê jî bi yekdengî biryar da ku mafê karkeran hatiye binpêkirin.    Piştî biryara AYM'ê Dadgeha Asliye Hiqûqê ya 1'ê ya Tetwanê jî derbarê karkeran de biryareke erênî da û xwest karker vegerin ser karên xwe.    PARÊZR ORAK: BIRYAREKE EMSAL E   Parêzerê karkeran Diar Orak biryara dadgehê nirxand û destnîşan kir ku ev biryar ji bo karkerên din  biryareke emsal e.    MA / Mujdat Can