Behsa Newrozên li girtîgehan kir 2021-03-19 09:00:46 VAN - Şefîka Bîlîcî ku 11 salan Newrozê li girtîgehê pîroz kiriye got: "Dîwarên betonî û têl bi agirê Newrozê de winda dibûn. Ruhê berxwedanê, girtîbûna tê ferzkirin têk dişikand û bi ser diket."  Ji Newroza îsal re tenê çend roj man. Wekî her sal ê îsal jî li girtîgehan bê pîrozkirin. Şefîka Bîlîcî (30) ku di 13'ê Sibata 2010'an de di operasyonên di bin navê "KCK"ê de hatibû girtin û 11 salan di girtîgehê de ma, behsa pîrozbahiyên Newrozê yên li girtîgehê kirin.    BERXWEDANA KU GIRTÎBÛNÊ TÊK DIŞIKÎNE    Bîlîcî, diyar kir ku amadekariyên pîrozbahiyê beriya Newrozê bi çend hefteyan dest pê dikirin û bi şano, folklor û muzîkê Newroz pîroz dikirin. Bîlîcî, anî ziman ku her sal bi coşeke mezin dihat pîrozkirin û ev yek morla û motîvasyona girtiyan xurtir dikir. Bîlîcî, diyar kir ku nexasim jî beriya Newrozê bi hefteyekê her kes dihat peywirdarkirin û amadekariyeke kolektîf dihat kirin û got: "Dîwarên betonî û têl bi agirê Newrozê, bi bi govendê û tilîliyan winda dibûn."    RUHÊ MAZLÛM DOGAN    Bîlîcî, bilêv kir ku çendî ku agirvêxistin qedexe bû jî bi kaxez û rojnameyên ku didan serhev agirê Newrozê vêdixistin û carinan jî ji bo ku gur bibe kincên xwe diavêtin nav êgir û got: "Ruhê Kawayê Hesinkar û berxwedanên dîrokî bi awayekî herî berbiçav xwe li me digirtin. Di dema pîrozbahiyan de girtiyan helwesta xwe nîşan dide. Rêvebiriya girtîgehê jî ji bêgavî rêz digirt. Di pîrozbahiyên Newrozê de ruhê Mazlûm Dogan digihaşt lûtkeyê."    COŞA NEWROZA 2013'AN   Bîlîcî, bilêv kir ku Newroza 2013'an ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xwendin, qet ji bîra wê naçe. Bîlîcî, diyar kir ku wê demê di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa E'y de bûye û got: "Wê çaxê jî me amadekariyeke dorfireh kiribû. Me bernameyek çêkiribû ku me ji serê sibehê heya êvarî pîrozbahî kir. Haya me ji nameyê tune bû. Hin qenalan weşana zindî dikir. Çendî ku me ji xwe re bernameyek amade kiribû jî, lê xwendina nameyê em pri kelecanî kiribûn. Çavê me hemûyan zoq li televîzyonê bû. Te digot qey ruhê me li qadê bû ku bi milyonan mirov li wir bûn. Niha jî ew ruh heye. Ez ê wê Newrozê qet ji bîr nekim."    Bîlîcî, destnîşan kir ku ê îsal wekî coşa li girtîgehê li derve tevli pîrozbahiyê bibe û got: "Her kes divê bi ruhê Kawayên Hevdem tevli pîrozbahiyê bibe."    MA / Dîndar Karataş