Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye 2021-03-19 09:00:49 WAN - Waniyan nerazîbûna xwe ya ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de anîn ziman û gotin: "HDP, ne partî ye, bîrdozî ye. Ev rastî nayê tunekirin. Girtina partiyekê, bi qasî derbeyê xirab e."  Duh na pêr parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hat betalkirin. Di heman rojê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn jî ji bo ku HDP bê girtin îdianame amade kir.    Waniyan nerazîbûna xwe ya li dijî van pêkanînan anîn ziman.    ROJEVA WAN TENÊ HDP YE   Azîz Bozkûrt anî ziman ku HDp bê girtin jî dê rengê raya wî neguhere û got: "Li Tirkiyeyê rojevê pir zû diguhere. 2-3 sal berê digotin çi, niha dibêjin çi. Tiştên tên kirin zirarê didin gel. Ji sibehê heya êvarê televîzyonên wan behsa HDP'ê dikin. Halbûkî gelek tişt hene divê bên nîqaşkirin. ciwan hemû betal in. Lê rojeva wan tenê HDP ye."   Bozkûrt, destnîşan kir ku ew van tiştan qebûl nakin.    Osman Akkoyûn jî anî ziman ku di jiyana xwe de raya xwe nedaye partiyeke din û got: "Çima partiyeke xwedî 80 parlementer tê reşkirin û dixwazin wê bigirin? Divê em durist bin. Heger em ne durist bin, ê HDP'ê jî bigirin. Ez hosteyê înşeatê û muzîkjen im, lê niha şivantiyê dikim. Dixebitim lê nikarim debara mala xwe bikim. Li vî welatî şertên jiyanê pir zehmt bûne. Ji dêvla ku hikûmet behsa hal û rewşa mirovan bike, daye dû girtina HDP'ê. Heger HDP, bê girtin sibê yê bi navekî din bê vekirin."     'GIRTIN DERBE YE'    Parêzer Mûstafa Aktaş jî anî ziman ku hilbijêrên kurd dê ji xeynî HDP'ê raya xwe nedin tu partiyê jî. Aktaş, bilêv kir ku li Wanê tu bandoreke AKP'ê tune ye û nikare şaredariyê jî bi dest bixe. Aktaş got: "Hadê em bêjin HDP'ê girt, ê çi bibe? Ma gelê kurd ê ji xeynî HDP'ê biçe partiyeke din? Ê ku derdê gel, mexdûriyeta gel çê xirab dibêje HDP ye."    Aktaş, destnîşan kir ku divê ji gel bê pirsîn bê îdinameya Serdozgeriya Dadgeha Bilind çawa ye û got: "Siyaset, ji bo jiyana mirov e. Ne ji bo bêdengkirin û tepisandina mirovan e. Girtina partiyê bi qasî derbeyê tiştekî xirab e."    ‘HDP, PARTIYA ME YE'    Welatyekî ku nexwest navê wî bê nivîsîn jî got: "Dixwazî bila bigirin an jî negirin, lê roja hilbijartinê kesên dibêjin em kurd in, dê hemû raya xwe bidin HDP'ê. HDP partiya kê ye? Partiya me ye. Em van kirinan qebûl nakin."    'HDP, BÎRDOZÎ YE'    Rifat Înal jî got: "HDP, ne partiyek e, bîrodozî ye. Çi dikin bila bikin, dê li vî welatî rastiya HDP'ê neyê tunekirin. Gelê kurd jî tune nabe. A rast ev hinekî sûcê me ye. Ji lew re em ne yek in. Heger em bi yek bin, ne girtina HDP'ê, dê nikaribin tiştekî wiha bilêv jî bikin."    Haan Guvenç jî anî ziman ku girtina HDP'ê, tê wateya zilm e û got: "Bi salan e ev zilm tê kirin. Divê kesên wekî min hemû vê zilmê bibînin. Divê gelên Tirkiyeyê vê zilmê bibînin."