Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman 2021-03-19 09:14:26 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi nameyekê peyam şand û piştgirî da kampanya zimanê kurdî. Guven, ji xebatên kampanyayê re serkeftin xwest.  Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, di 22'yê Sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Heya niha bi deh hezaran îmze hatine berhevkirin. Kampanya dê heya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bidome, paşê dê îmze ji saziyên têkilda re bên şandin. Piştgiriya kampanyayê zêde dibe. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye li ser navê jinên girtî yên Xarpêtê bi nameyekê peyam ji Tora Ziman û Çanda Kurdî re şand û piştgirî da kampanyayê. Guven ji bo kampanyayê serkeftin xwest.    Nameya Hevseroka KCD'ê Leyla  Guven a ji bo kampanyayê wiha ye:    "Ji Zindana Xarpêtê silavên germ.   Em hevî dikin ku hûn baş bin. Bê guman di nava van şert û mercên giran de başbûyîn ne rehet e. Lê ev jî rastiyeke ku jiyana gelê kurd sed sale her tim di nava aloziyekê de ye. Lewma jî me her tim gotiye "Berxweda jiyan e"    Rêhevalên Hêja, em li vir 8 jinên kurd dimînin. Şert û mercên li zindanan diqewimin ne hewce ye ku em ji were parve bikin. Ji xwe hûn kêm zêde dizanin. Ev 40 sal in qada zindanê ji bo kurdan bûye warê berxwedanê. Wekî hûn jî dizanin ji sed rojî zêdetir in, girtiyên azadiyê di çalakiya birçîbûyinê de ne. Hêviyên me ewe ku daxwaza  girtiyan bê qebûlkirin.    Belê dildarên zimanê kurdî, em li vir di aliyê çapemenî û ragihandinê de gelek zor û zahmetiyan dijîn. Ji ber vê yekê jî em agahiyê ji derve nagirin. Lê me di qanala Meclis TV de bihîst ku we di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de kampanyayek daye destpêkirin. Em ji bo vê xebata hêja gelek kêyfxweş bûn Me jî xwest em vê xebatê pîroz bikin. Hûn jî dizanin zimanê kurdî bi saya dayikên kurd xwe ji bişaftinê parastiye. Lê belê polîtîkayên qirêj li ser zimanê Kurdî ne kême ku em xwe ji xebata ziman, xwedîderketina ziman bi felitînin. Zimanê kurdî hatiye merhaleyek wisa ku bi van polîtîkayên bişivî (pişaftinê) yê pergalê ve ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema vê yekê jî dijminantiya zimanê kurdî ye. Li ku derê zimanê kurdî tê axaftin, li wê derê "X" heye. Li wê derê lêdan kuştin heye. Li ku derê zimanê kurdî tê axaftin, li wê derê tunekirina çandê heye. Li wê derê tunekirina gelekî heye. Li hember hemû êrişan gelê kurd dev ji axaftina zimanê kurdî bernade. Li hemberî van polîtîkayan, em zimanê kurdî ji bîr nakin. Nadin ji bîr kirin. Emê her tim bi berxwadanî bi axivin. Zimanê kurdî bi berxwedanê hatiye roja me. Em dev ji berxwedana xwe bernadin. Kampanya ku we dest pê kiriye em piştgiriyê didinê. Em ji xebatên we re serkeftinê dixwazin. Serkeftin."    Zindana Xarpêtê Leyla Guven