Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê 2021-03-19 11:27:42   AMED –  Serokê Komîteya Amedakar a Newroza Amedê Îrfan Soner, diyar kir ku wê di Newrozê bersiva zextên ku li dijî wan tên meşandin bidin AKP'ê û bang li gelê Amedê kir ku bên Newrozê û vê bersivê bi hev re bidin.    Wê Newroza Amedê, di 21’ê Adarê de bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” li navçeya Rezan li Parqa Newrozê bê pîrozkirin. Li bajar amadekariyên Newrozê didomin û Wekîlê Hevserokên HDP’a Amedê û Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Îrfan Soner, têkildarî van amadekariyan axivîn. Soner, bi bîr xist ku sala borî Newroz ji ber pandemiyê nehatiye pîrozkirin û Newroz îsal jî di gel de kelecaneke mezin ava kiriye.    ‘BILA HERKES BI QODA HES’Ê BÊ’    Soner, da zanîn ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hefteyeke li her hêvde navçeyên Amedê belavok li gel belav kirine û pankartan daleqandine û ev agahî dan: “Me diyar kir, çi dibe bila divê em ê îsal Newrozê bi tevdîr pîroz bikin. Bi 5 hezar peywirdaran em ê li qadan bin, em ê dezenfekte û maskeyan bînin. Ji bo banga Newrozê îro jî wesayîtên me yên bangê derketin qadê. Daxwaza me ji gelê me ev e; bila ew roj bi kincên xwe yên gelerî, rengên xwe, bi dûrişmeyên xwe bi herikin qadê û xwe bînin ziman û Newroza xwe pîroz bikin. Pêkanîna qoda HES’ê ya Miduriyeta Polisan heye. Li dijî îhtîmala qoda HES’ê bila hemû gelê me qodên xwe bigirin û bên Newrozê.”   ‘EM Ê DI NEWROZÊ DE BERSIV BIDIN AKP’Ê’    Soner, destnîşan kir ku Newroza Îsal wê ji Newrozên beriya girsetîr derbas bibe û ev tişt anîn ziman: “Em li bendê ne herî kêm milyon û nîv kes bên Parqa Newrozê. Newroz îsal li dijî hemû zextan tê wateya bersivê. Bê guman ev girîng e, êrişên ku li dijî partiya me pêk tên hene, lê em ê di Newrozê de bersiva van êrişan bidin. Tune hesibandin, êrişkirin û girtina a 6 milyonan nayê qebûlkirin. Em li bende ne gelê me derkeve qadê li dijî vê biqîre. Dema ku em li qadê biqîrên wê AKP-MHP fêm bikin ku di rêyeke şaş de ne. Lê wê demê jî dereng be.”   BANGA NEWROZÊ   Li dijî zextan Soner gel vexwend qada Newrozê û ev bang kir: “Wer in em di vê Newrozê de bersiv bidin êrişan”