ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan 2021-03-19 11:44:13 ENQERE - ÎHD û TÎHV’ê binçavkirina Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan şermezar kir û xwestin demildest were berdan.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan vê sibehê ji aliyê polîsan ve di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin hat binçavkirin.    ÎHD’ê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) têkildarî binçavkirina Turkdogan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêzdar Hevserokê me û Endamê Desteya Sazûmankariya me Ozturk Turkdogan bila demildest were berdan. Em carek din dibihîzin ku Turkdogan di operasyonek sibeha înê de hatiye binçavkirin û ev fikara me zêde dike.    SOYLÛ HEDEF NÎŞAN DABÛ    Rêzdar Hevserokê me Ozturk Turkdogan ji sala 1986’an vir ve di nava rêxistina mafê mirovan ÎHD’ê de dixebite. Ji sala 2008’an vir ve serokatiya ÎHD’ê dike û 13 sal in bênavber vê wezîfeyê birêve dibe. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di Desteya Giştî ya Meclîsê de axivîbû û ÎHD’ê kiribû armanc. Ev binçavkirina piştî eşkerekirina Pilana Bernameya Mafê Mirovan a hat eşkerkirin de pêk hat nayê qebûlkirin.    TAVILÊ BERDIN    Em carek din bi bîr dixin ku Tirkiye alîgirê Danezana Parastina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em dixwazin demildest dawî li vê sepana bêhiqûqiyê were û rêzdar hevserokê me Ozturk Turkdogan bila li tavilê were berdan.”