Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne 2021-03-19 12:09:00 RIHA – Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe rûniştinê ya bi daxwaza “edaletê” didomîne, ev tişt got: “Hemû dîmenên nexweşxaneyê li ber destê serdozger in. Bila dozger peywira xwe bi cih bîne em ê jî çalakiya xwe bi dawî bikin.   Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi xizm û parastvanên xwe êrişî malbata Şenyaşar kir. Di êrişa ku li dikana malbata Şenyaşar û nexweşxaneyê pêk hat de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna Haci Esvet Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar k udi êrişê de birîndar bûbû li dijî vê bi daxwaza “edaletê” li ber edliyaya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbata Şenyarşar îro di roja 11’emîn de didome.   GAV BI GAV TÊNASTENGKIRIN   Ferît Şenyaşar, têkildarî çalakiya ku dane destpêkirin axivî û diyar kir ku li ber edliyeyê têkoşîna heq û edaletê didin û wiha got: “Heke daxwaza edaletê sûc be ez û dayika xwe em ê vî sûcî bidomînin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Destpêkê em li hewşa edliyeyê rûniştin. Piştre me derxistin derveyî hewşa edliyeyê. Duh jî li ser fermanê me bi qasî 100 metreyî dûrî edliyeyê xistin. Me ji hemû kesên ku xwestin me asteng bikin re daxwazên xwe yên edaletê got. Heke sûc be me binçav bikin. Em natirsin. Li gel hemû zextan jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”   ‘BILA DOZGER PEYWIRA XWE BI CIH BîNE’   Şenyaşar, destnîşan kir ku wê li derveyî edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Weke welatî me xwestin em bikevin hewşa edliyeyê, lê hêzen ewlehiyê, bi fermana serdozger destûr nedan em bikevin hewşa edliyeyê. Bi parêzerên xwe me giliya serdozger kir. Lewre ev li dijî hiqûqê ye. Hemû dîmenên li nexweşxaneyê di destê serdozger de ne. Bila tişta pêwîst bike û kesên komkujî pêk anîne tevî bigire. Bila dozger peywira xwe bi cih bîne em ê jî çalakiya xwe bi dawî bikin.”