Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe 2021-03-19 13:08:12 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji ber îdîayên têkildarî muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin weşandin serî li CPT da. Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku tavilê bi erka xwe rabe.   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî ku îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser medya dîjîtal hatin weşandin, duh serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hate ragihandin ku têkildarî heman îdîayê malbat, wasî û parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan ji bo karibin tavilê hevdîtinê bikin, lê belê serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatine qebûlkirin.   Di daxwaznameyê de hate bibîrxistin, piştî hevdîtina malbatê ya 3'ê Adara 2020'î û axaftina bi telefonê ya 27'ê Nîsana 2020'î, ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin û hate gotin, "Hem qutkirina pêwendiya wî bi derve ve, hem şert û mercên pandemiyê ku gefeke jiyanî ye, hem jı îdîayên cidî yên dawî li ser jiyana wî hatin kirin, em malbat û parêzerên wî xistine nava fikarên cidî. Bi van hincetan di 15'ê Adarê, 16'ê Adarê, 17'ê Adarê û 18'ê Adarê de li pey hev ji bo hevdîtinê serlêdan hate kirin, lê bersiv nehatiye dayin."   Di serlêdanê de daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate bibîrxistin ku gotibû, rewşa wî ya tenduristiyê baş e, divê baweriyê bi nûçeyên bi vî rengî neynin û hate destnîşankirin ku daxuyaniya navborî ji bilî bidawîkirina fikaran, daxuyaniyek ji bo astengkirina lêpirsîna li mercên tecrîdê ye.    'DIVÊ TAVILÊ SERDAN BÊ KIRIN'   Di daxwaznameya serlêdanê de wiha hate gotin:   "Ya ku divê lê bê pirsîn şert û mercên tecrîdê ye, ku dibe sedema belavbûna nûçeyên bi vî rengî. Rejîma Îmraliyê rejîmeke awarte ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê û êşkenceyê ye. Lewma, heta ku em yekser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan nebînin wê fikarên me bi dawî nebin. Nepêkane ku nûçe û îdîayên bi vî rengî ji rêzê bêne dîtin."   Di serlêdanê de hate ragihandin ku komîte têkildarî şert û mercên heyî yên tecrîdê ji xwe hatiye agahdarkirin û hate gotin, "Lê belê li pêşberî vê rewşa dawî ıya girîng, ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din di nava tenduristî û ewlekariyê de bin. Ji bo vê jî em bang li we dikin ku tavilê bi erka xwe rabin."