Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir! 2021-03-19 14:13:36   ENQERE - Danişîna 10’emîn a doza bersûcên firar û Erman Ekîcî yê ji doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ji sûcên li dijî mirovahiyê tên darizandin hat lidarxistin. Li dijî helwesta kêfî ya serokê dadgehê di danişîna beriya vê de nîşanda bû ji aliyê Tirkiyê însan beşdar bûn û 2 ewyanên danişînê tije kirin.    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê êrişa bombeyî pêk anî bû. Doza têkildarî komkujiyê ya derbarê bersûcan de didome. Danişîna 10’emîn a doza bersûcên firar û Erman Ekîcî yê ji sûcê li dijî mirovahiyê tê darizandin dest pê kir.   Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Parêzer û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî û beşdarên ji aliyê Tirkiyê hatin tevli danişînê bûn. Erman Ekîcî yê bersûc jî ji girtîgeha lê tê girtin bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Ji ber tevlibûna zêde 2 eywanên danişînê hatin vekirin û herdu jî tije bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    SEROKÊ DADGEHÊ BI GEFXWARINÊ DEST BI DANIŞÎNÊ KIR    Serokê dadgehê yê nîv saet dereng hat danişînê bi gefan dest bi danişînê kir û got: “Bêyî ku kes mafê axaftinê bigire bila neaxive. Dema bersûc biaxive bila kes nekeve navberê. Heke em kesan tespît bikin ku dikevin navberê em ê di danişînên din de wan negirin hundir.”    Ji parêzerên dozê Senem Doganoglû li dijî gefên serokê dadgehê bertek nîşan da û dive ewilî mexdûr werin parastin.    KOMELEYA 10’Ê COTMEHÊ YA AŞTIYÊ XWEST TEVLI DOZÊ BIBE    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî got ew dixwazin ku darizandina ji niha şûn ve serbixwe were birêvebirin. Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê ya Aştiyê parêzer Mehtap Sakîncî jî xwest ew wek komele tevli danişînê bibin.    Parêzerê bersûc xwest daxwaza tevlibûna dozê were redkirin û xwest li ser “xerakirina pergala danişînê” eywan were valakirin.    JI BILÎ HEVJÎNÊ XWE KESEK DIN NAS NEKIR!   Buşra Şahîn a hevjîna Muhammet Zana Alkan ê îfadeyên wî di danişîna beriya vê nîvco mabû wek şahid hat guhdarkirin. Ji parêzerên dozê Eylem Sarioglû derbasî beyanên darizandinê bû û wêneyan ji tabletê nîşanî şahid Buşra Şahîn da. Şahîn îdia kir ku ji wan wêneyan ew tenê hevjînê xwe nas dike û bersûcên din nas nake.    KÊMASIYÊN DI DARAZÊ DE HATIN RÊZKIRIN    Parêzeran derbarê dozê de agahî da şandeya dadgehê ku hatiye guhertin û kêmasiyên di darizandinê de rêz kirin û gotin ev 5 sal û nîv e ev doz didome.    Ji parêzerên dozê Îlke Işik jî li ser kêmasiyên di dosyeyê û darizandinê de sekinî û got ev komkujî li Dîlokê hatiye pilankirin. Işik anî ziman ku darizandina bersûcên firarî di rûniştekên vala de berdewam dike û ji bo bê zanîn ew li ku ne tu tiştek nehat kirin. Işik got 5 sal in daxwazên ew dikin têkildarî berpirsiyar werin darizandinê ye û bi salan e DAIŞ li vî welatî xwe birêxistin dike lê tişta herî nebaş jî ew e ku kesî derbarê wan de tiştek nekiriye. Işik anî ziman ku berpirsiyariyek li pey hev div ê komkujiyê de heye.    AGAHIYÊN POZÎSYONA RÊXISTINÎ PARVE KIR    Parêzer Eylem Sarioglû jî derbarê bersûcên ji dosyeyê tên darizandin agahiyên pozîsyona rêxistinî parve kir.    HER KES BI SEROKÊ DADGEHÊ KENIYA    Sarioglû da zanîn ku bersûcên firar ên ji aliyê polîsan ve hatine tespîtkirin ku li kampên Sûriyê ne hêj neanîne Tirkiyê. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “çima ew teslîmî me nakin.” Li ser van gotinan her kes li eywanê bi serokê dadgehê keniya. Sarioglû da zan3in ku ew dixwazin ew jinên hevjînên bersûcan in werin guhdarkirin û ew dixwazin bersûcên firar ên li kampan bînin danişînê.    Piştî axaftina parêzeran şandeya dadgehê navber da danişînê.