Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn 2021-03-19 15:30:16   ÎZMÎR - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên bajarên Aydin, Îzmîr Mûgla, Manîsa û Denîzlî yên Herêma Egeyê destûr hatin dayîn.      Li bajarê Aydin, Îzmîr, Mûgla, Manîsa û Denîzlî yên Herêma Egeyê, destûr ji bo qadên pîrozbahiya Newrozê hatin dayîn.   Li gorî vê yekê, dîrok û seaetên pîrozbahiya Newrozê yên bajaran wihane:    ÎZMÎR    Sibe 20’ê Adarê, li Qada Gundogdu saet 13:00’an wê dest bi pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, Serokê Giştî yê Partiya Avakirina Ji Nû De Sosyalîzmê (SYKP) Cavît Ûgûr, Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Mûstava Nacî Toper, parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.   Hunermend Ayfer Duzdaş, Paksîsler û Artat wê derkevin ser dikê.   MÛGLA   Sibe 20’ê Adarê, li qada Bazar Kent a Mîlasê, saet 14:00’an wê dest bi pîrozbahiyê bê kirin. Parlamenterê HDP’ê Murast Çepnî û Endamê Meclîsa Giştî ya HDK’ê Ûgûr Bayrak dê beşdar bibin. Komên muzikê yên Talat Yeşîl û Jinawaaz derkevin ser dikê.   DENÎZLÎ   Di 21’ê Adarê de, wê li qada Bazarê ya li Taxa Esentepe ya girêdayî navçeya Merkezefendî, saet 12:00 dest bi pîrozbahiyê bê kirin. Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî wê beşdar bibe.   MANÎSA   Roja Yekeşemê 21’ê Adarê, wê li Qada Newrozê ya Tûrgûtlû, saet 12.00’an dest bi pîrozbahiyên Newrozê bên kirin. Parlamenter Serpîl Kemalbay û Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê Berpirsiyar Ncî Sonmez wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    AYDIN   Cejna Newrozê, roja Yekşemê 21’ê Adarê wê li navenda bajêr û li sê navçeyên cuda bê pîrozkirin. Li navenda Aydinê wê li kêleka Turk Telekom a Taxa Osman Yazgatli, li Qada Newrozê ya Navçeya Germencik, Qada Savûca ya Navçeya Soke û li baxçeyê Salona Dawetê ya Mûammer Akyuz a Navçeya Nazilli di saet 11.00’an de, Newrozê dê bê pîrozkirin.