Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê 2021-03-19 16:57:40 AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê were kirin, hişyariya Koda HES’ê li gel kir. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bê kirin, li parkê daxuyanî da çapemeniyê û gel vexwend Newrozê. Serokê Komîteya Amadekar û Cîgirê Hevserokên HDP’ê yên Bajêr a Amedê Îrfan Soner û endama Komîteya Amadekar Zelal Bîlgîn, rêveberên DBP'ê û HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Komîteya Amadekar xwest ku gel bi Koda HES’ê beşdarî Newrozê bibe.   BANGA KODA HES'Ê KIR    Endama Komîteya Amadekar Zelal Bîlgîn diyar kir ku amadekariyên Newrozê hatine asta dawiyê û wiha got: “Hemû amadekarî hatin kirin. Em dixwazin ji vir bangê li gelê xwe bikin. Bêyî ku bikevin qada Newrozê divê ji ber pandemiyê Koda HES’ê bê nîşandan. Bila hemû gelê me bi Koda HES’ê were qadê. Em bang dikin ku li ku bibe bila bibe gelê me bila tevli Newrozê bibe.”   'EM Ê BI SEKNA XWE KÛRAHIYA NEWROZÊ NÎŞAN BIDIN'    Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Soner jî destnîşan kir ku wê bi agirê Newrozê berxwedanê mezin bikin û wiha got: “Em ê li vê qadê bi coş û kelecaneke mezin Newroza xwe pîroz bikin. Em jî dê li vir maske û dezenfektanan belav bikin. Me ji bo tenduristî û ewlehiya gelê xwe amadekarî kirine lê divê gelê me jî hestiyar nêz bibe. Wateya Newrozê kûr e û em ê bi sekn û dirûşma vê kûrahiyê nîşan bidin."