Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin 2021-03-19 20:30:58   WAN - Remzî Y. ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin.    Remzî Y., duh li Taxa Xergîn a navçeya Erdîş a Wanê hevîna xwe Aysel Y. ya 28 salî bi çekê kuştibû. Remzî Y. piştî ku Aysel Y.'yê kuştibû reviyabû.   Remzî Y. di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de hat binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hat girtin.