Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya 2021-03-20 08:05:57 STENBOL - Tirkiye bi biryarnameya Serokomariyê îmzeya Peymana Stenbolê betal kir û îmzeya xwe paşve kişand.    Tirkiye îmzeya Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir girîng bû vekişand. Bi biryarnameya Serokomariyê ya di Rojnameya fermî de hat weşandin, îmzeya Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir giring bû betal kir û îmzeya xwe paşve kişand.    Di biryarnameya Serokomariyê de îmzeya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan heye. Di biryarnameyê de diyar kir ku li ser navê Komara  Tirkiyeyê di 11/5/2011'an de peyman hatibû îmzekirin û di 10/2/2012'an de û bi Biryara Wezîran a hêjmar 2012/2816'an peyman hatibû erêkirin. Di rojnameya fermî de hat diyar kirin ku der barê peymanê de li gorî xala 3'emîn a hêjmara 9'an a Serokomariyê biryar hatiye dayîn îmze paşve hatiye kişandin.  Ev Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiribû, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibu avakirin. Armanca peymanê ew bû ku di navbera jin û mêr de wekheviyê ava bike û rê li pêş tundiya li ser jinê bi dawî bike bû.