Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan 2021-03-20 09:03:54 RIHA - Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kir û got: "Kesên ku keda wan tê xwarin, kesên ku mafên wan ên perwerdehiyê tên binpêkirin, kesên ku nikarin berên xwe biçinînin û esnafên ku tiştek bi dest wan nakeve divê li dijî pêkanînên antî demokratîk dakevin qada Newrozê."  Îsal ê li Rihayê Newroz di 21'ê Adarê saet di 09.00'an de bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" li Qada Hêwana Werzîşê ya 11'ê Nîsanê bê pîrozkirin.    Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê HDP'a Navçeya Halîliye Muslum Aslan û Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan, amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê nirxandin û ji bo beşdarbûnê bang kirin.    TEMA: BERXWEDAN   Muslum Aslan, anî ziman ku li bajêr hefteyek berê starta Newrozê hatiye dayîn û got: "Destûra pîrozbahiya Newrozê hat dayîn, lê belê nahêlin em bi wesayîta anonsê bang bikin. Lê me belavok belav kirin û li ser medyaya sosyal gel vexwand qada Newrozê." Aslan, destnîşan kir ku dê Newroz bersiva zext û zoriyên li ser HDP'ê bide û got: "Newroz, cejna berxwedanê ye. Em ê bi Newrozê biratiyê, aştî û mirovahiyê bibînin. Wekî ku Birêz Ocalan jî diyar kiriye, 'Newroz agirê aştiyê ye.' Xelasiya ji zorbetiyê ye. Dê temaya îsal berxwedan be."    Aslan, anî ziman ku dê li qada Newrozê reng û dengên Rihayê hemû li cem hev bin.    ‘BAXÇEYÊ GULAN'    Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan jî got: "Ji Hz. Îbrahîm heya niha çawa ku êgir veguheriye baxçeyê gulan, em bawer dikin ku ê agirê Newrozê ji bo gelên Rihayê veguhere baxçeyê gulan."    Çalişkan, bilêv kir ku rihayî her tim xwedî li Newrozê derketine û wê Newroza îsal bersiva zextên li ser HDP'ê bide û got: "Em welatiyên Rihayê hemûyan vedixwînin qada Newrozê. Tenê ne ji bo êrîşên li ser HDP'ê, ji bo tevahiya Tirkiyeyê Newroz girîng e. Lewma kesên ku keda wan tê xwarin, kesên ku mafên wan ên perwerdehiyê tên binpêkirin, kesên ku nikarin berên xwe biçinînin û esnafên ku tiştek bi dest wan nakeve divê her kes li dijî pêkanînên antî demokratîk dakevin qada Newrozê."    BERNAMEYA NEWROZA RIHAYÊ    Ê Newroz di 21'ê Adarê de li Hêwana Werzîşê ya 11'ê Nîsanê bê pîrozkirin. Ê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlementerên Rihayê Nîmetullah Erdogamûş, Ayşe Surucu û Omer Ocalan tevli pîrozbahiyê bibin.    Ê hunermend Nûray Balik, Koma Muzîkê ya Dîcle Firatê derkevin ser dikê û bistrên.