Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe 2021-03-20 09:03:57 ENQERE - Huseyîn Şahîn ku kurê wî di greva brçîbûnê de ye got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê şert e."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 114'an de didomin.    Huseyîn Şahîn ku li mala wî li Haymanaya Enqereyê ye û kurê wî li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîdê.    BERÊ JÎ KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Şahîn, da zanîn ku kurê wî Serkan Şahîn di 2014'an de hatiye girtin û berê jî tevli grevên birçîbûnê bûye û got: "Kurê min bû cara sisêyan dikeve greva birçîbûnê. A ewilî nêzî 60 rojan, a dudoyan, a dema Leyla Guvenê 160 rojan di greva birçîbûnê de ma. Greva dudyan dirêj dewam kir. Ji ber greva birçîbûnê nexweş ket. Lewma divê em hîn bêtir bibin dengên wan û dakevin qadan."    ‘ŞEWB KIRIN HINCET'    Şahîn, diyar kir ku ji ber pandemiyê xweşikî nikarin pêwendiyê bi xizmên xwe yên girtî re deynin û got: "Hevdtina vekirî tune ye. Tenê em bi telefonê bi hev re diaxivin. Haya me pir ji wan tune ye. Ji ber ku telefon tên guhdarkirin nikarin tiştekî bibêjin. Mesela gava nexweş dikevin wan nabin revîrê. Tirsa şewbê jî heye û ji ber v tedawî jî nabin. Şewb kirine hincet û girtiyan tecrîd dikin. Ji bo zirar negihê kurê min û ceza li ser ceza lê neyê birîn em nikarin tiştekî jî bipirsin. Tenê em dibêjin 'Tu çawa yî, baş î?' Nebaş be jî dibêje, 'baş im.' Girtiyên nexweş hene, nayên tedawîkirin. Nexweşîna zomê bi kurê min re heye. Ji ber vê birîn di laşê wî de çêdibin."    ‘HEYA TECRÎD BI DAWÎ NEBE YÊ ÇARESER NEBE'    Şahîn, destnîşan kir ku ji bo ku çareserkirina pirsgirêka kurdî divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Bêyî Ocalan, çareserkirina vê pirsgirêkê ne pêkan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd de, teqez divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd bi dwî nebe, çareser nabe. Bi xapandinê nabe. Pêşî divê tecrîd bi daw bibe û bi dû re hevdîtin bi Ocalan re bên kirin. Muxatabê dewletê Ocalan e."