Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang 2021-03-20 09:08:48   MERSÎN – Keça girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 6 caran emeliyat bûye Dîlan Îvrendî daxwaz kir ku ji bo bavê wê gavên mirovî bên avêtin.    Xetereya jiyanê ya girtiyê nexweş Cemîl Îvredî (59) ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkoglû ya Mereşê dimîne didome.  Îvrendî ji sala 1994’an ve girtî ye û li 17 girtîgehan maye. Di sala 2002’an de emeliyeta vekirî ya dil derbas kiriye. Piştî vê emeliyatê Îvrendî ji neçarî derman bi kar tîne û di sala 2008’an de jî qorika xwe jî emeliyat dibe.  Di salên 2015, 2017 û 2018’an de jî ji ber teqînên birînên xwe dîsa emeliyat dibe.  Birînên wî hê jî baş nebûne û 4 neweşiyên wî yên kronîk hene.    ATK NE BÊALÎ YE   Keça Îvrendî Dîlan Îvrendî (31), diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşî li bavê wê peyda bûne û bi van gotinan qala rewşa bavê xwe kir: “Salên dirêj in bavê min girtî ye. Şertên girtîgehê ji bo bavê min ne guncav in. Li gel van hemû emeliyat û nexweşiyên wî jî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora dikare li girtîgehê bimîne daye bavê min. Li gorî min ev sazî ne bêalî ye. Li gel vê jî bavê min li hucreya yekkesî dimîne û cezayên ragihandinê danê. Heke bavê min girtiyekî edlî buna dê niha wî berda bûn, lê girtiyên polîtîk ên mîna bavê min ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin di girtîgehan de dihêlin.”   BANG    Di dawiya axaftina xwe de Îvrendî ji bo bavê xwe ev bang kir: “Divê demildest ji bo bavê min gav bên avêtin. Ne tenê ji bo bavê min gelek girtiyên nexweş hene. Berî ku ev mirov jiyana xwe ji dest bidin divê ji bo wan gav bên avêtin. Di vê mijarê de divê siyasî neyê fikirîn. Berî ku mirin çêbibin bila tiştek bê kirin.”