Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê 2021-03-20 10:49:57 STENBOL - Şêniyên Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newroza li Meydana Yenîkapiyê di saetên serê sibê de herikîn qadê. Herikîna ber bi qadê ve didome.    Îsal Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” tê pîrozkirin. Yek ji navnîşanên van pîrozbahiyên bi heybet jî bajarê Stenbolê ye. Newroza Stenbolê li Meydana Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê pîrozkirin. Bi rojan bû li Stenbolê amadekarî dihatin kirin û ev amadekarî temam bûn û îro bi sed hezaran kes diherike qada Newrozê.    Şêniyên Stenbolê bi rojan bû bi kelecan li benda pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji saetên serê sibê ve xelk diherike qada Newrozê. Polîsan bi bariyeran derdora qadê dorpêç kiriye. Tenê di ketinekê de xelk derbasî qadê dibe. Xwegihandina qadê jî ji ber bariyerên polîsan bi zehmetî ye. Welatiyek bi astengiya bariyerên polîsan re rûbirû ma wiha bertek nîşanî vê rewşê da: Ev derî tenê ji gel re girtî ye. Ji alîgir û qatilan re vekirî ye. Em ê îro vê qadê tije bikin.”    Welatiyan li ber xalên bariyerên polîsan li benda derbasî qadê bibin sekinîbûn, li ber erbaneyan govend gerandin. Her kêliyê ku diçe girseya gel zêde dibe û li bendê ne derî vebibe û li qadê cihê xwe bigirin.    PANKARTA BI 9 ZIMANAN HAT DALIQANDIN    Li qada pîrozbahiyê polîsan bi saetan lêgerîna bombeyan kir. Li qadê pankartên mezin ên bi dirûşma Newrozê “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin”, “Newroz raperîna azadiyê ya jinan e” hatin daliqandin. Her wiha bi 9 zimanên din jî pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin.    Piştî derî vebibe wê girse derbasî qadê bibe û pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê bike. Pişt re wê Komîteya Amadekar gel silav bike û axaftina destpê bike.    BERNAME   Piştî axaftina Serokê Komîteya Amadekar Murat Kalmaz, wê metna daxuyaniya Platforma Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê were xwendin. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş biaxivin. Her wiha wê Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Dayikên Aştiyê wê derkevin ser dikê û xelkê silav bikin. Ji Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) Seher Dûrsûn jî wê axaftinekê bike. Di navberê de jî wê hunermend Ronî Artîn, Erdal Bayrakoglû, Veysî Ermîş derkevin ser dikê û stranên xwe bêjin.