Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye 2021-03-20 13:24:47   MÊRDÎN – Qaymeqamıya Dêrikê, bi hinceta doza girtinê ku li HDP’ê hatiye vekirin belvoka Newrozê ya HDP’ê qedexe kir.    Qaymeqamiya Dêrika Mêrdînê, belavoka HDP’ê ya Newrozê qedexe kir. Qaymeqamiyê, li gel ku diyar kir ku di belavokê de hêmanên sûc tunene jî bi hinceta doz li HDP’ê hatiye vekirin belavokan qedexe kir. Di nivîsa ku bi îmzeya Qaymeqam Hîcabî Aytemur ji HDP’ê re hatiye nivîsandin de serlêdana ku ji bo belavkirina belavokên Newrozê hatiye kirin guncav nehatiye dîtin.