Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye 2021-03-20 13:25:42 STENBOL - Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Newroza gelên Kurdistan û Tirkiyê pîroz kirin û gotin vaye meydan û vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye û ev meydan azadiyê nîşan dide.    Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi hemû coşa û rengîniya xwe berdewam dike. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci derketin ser dikê û axivîn.    BÛLÛT: VAYE BI MILYONAN KES LI PIŞTA ME NE    Hevserok Elîf Bûlût wiha got: “Em li ser navê hemû jinan we silav dikin. Em nifşên têkoşînê ne. Em li vir in. Em gel in. Kes nikare me bigire. Kes nikare HDP’ê bigire. Çimkî vîna bi milyonan kes li pişta me heye. Yên ku ji Peymana Stenbolê vekişiyan bila baş bizanibin wê jin dest ji têkoşîna xwe û bedel dayîna xwe bernedin. Em ê li ser mîrateya hevalên xwe jin ên jiyana xwe ji dest dane bimeşin. Em hem Newroza vir û hem jî Newroza Kurdistanê pîroz dikin. Newroz cejna berxwedanê ye. Em ê van qedan û kolanan neterikînin. Bila îro her kes vir baş bibîne, yên ku dikarin rêveçûna Tirkiyê biguherînin em in.    Berxwedana li zindanan di roja 114’emîn de ye. Em wan jî silav dikin û Newroza girtiyan hemû pîroz dikin. Me Newrozê ji 8’ê Adarê hilgirt anî qada Newrozê û em ê ruhê Newrozê veguhezînin 1’ê Gulanê Cejna Karkeran.”    AVCI: EM SILAVÊN XWE JI BIRÊZ OCALAN RE DIŞÎNIN    Hevserok Erdal Avci jî axivî û wiha got: Hûn bi xêr hatin gelê me yê leheng. Hûn bi xêr hatin neviyên Şêx Seîdan, Seyîd Riza, Zerîfeyan.    Ev meydan ji yekperestiyê re meydan dixwîne. Vê meydanê bersiva herî xurt da zilmê. Ev meydan bersiva ‘devê xwe bigirin’ dide destilatdariyê û dibêje hûn nikarin partiya me bigirin. Di van şertên zehmet de em peyamek wiha didin ku hebûna gelan tenê ne li ser tabelayan e. Me nîşan da ku em dikarin di nava aştî û azadiyê de bijîn. Ev qad qada demokrasiyê, Newrozê û azadiyê ye. Qada berxwedanê ye.    Em ji vê qada Newrozê tevahiya girtiyên azadiyê pîroz dikin. Em ji vir li ser navê gelan silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin.   PROJEYA ÇARESERIYÊ WÊ BIÇE SERÎ   Em dizanin ku em bi hêvî ne û bawerî ne, gelên Tirkiyê, tişta li bend bû ew aştiya hesreta salan e. Di demek nêz an dereng de wê li qadên Newrozê aştî pêşkêşî gelan were kirin. Ew projeya çareseriyê nîvco ma wê biçe serî û temam bibe. Qada Newrozê vê yekê nîşan dide. Em carek din Newroza we tevan pîroz dikin.”    Piştî axaftina Hevserokan agirê Newrozê hat pêxistin.   Peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin hat xwendin û Demîrtaş Newrozê li xelkê pîroz kir.    Newroza Stenbolê bi axaftin û konserên hunermendan berdewam dike.