Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin 2021-03-20 13:37:33   ÊLIH – Li Êlihê Harûn û Abdulsamed Ogûz, bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe bûne hatin binçavkirin.    Li Êlihê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girt û ji heman malbatê 4 kesan binçav kirin. Di serdegirtina ku li taxa Seyîtler pêk hat de polisan welatiyên bi navê Harûn, Abdulsamed, Ayfer û Yasemîn Ogûz  binçav kirin.    Hat hînbûn ku serdegirtina li dijî ferdên malbata Ogûz ji ber beşdarbûna merasîma cenazeyê Medenî Ogûz (Rêber Firat) ku di 22’ê mijdara 2020’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji det dabû pêk hatiye. Hat hînbûn ku Harûn û Abdulsamed Ogûz ku hatine binçavkirin birayê Medenî Ogûz in.