Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir 2021-03-20 13:40:54   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo girtiyê nexweşê giran Abdullah Ongûllû banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya heftiya 341’emîn li dar xist. Înîsiyatîfê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Abdullah Ongûllû yê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Afyonê dimîne. Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat lidarxistin de, rewşa Ongûllû hat nirxandin.    Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût di civînê de axivî û wiha got: “Nexweşiya tansiyona çav bi Ongûllû re heye. Di heman demê de gelek nexweşiyên wî yên giran hene. Her ku diçe pirsgirên tenduristiyê yên Ongûllû zêdetir dibin. Ji bo ku Ongûllû bê dermankirin divê tavilê bê berdan. Em daxwaz dikin ku cezayê Ongûllû bê talûqkirin.”   TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN   Tûrgût, girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ê di heftiya derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da bû bibîr xist û wiha bi dawî kir: “Yilmaz nexweşê giran bû. Piştî hat berdan rojekê jiyana xwe ji dest da. Ligel ku salek ji bo berdana wî mabû jî nehat berdan. Ger bihata berdan û dermankirin, dê niha saxbûya. Lê ew terkî mirinê kir.”