Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist 2021-03-20 15:21:18   KOCAELÎ - Parlamenterê HDP'ê yê Kocalî ku meclîsê wekîltiya wî xist û li Meclîsê dest bi "Nobeta Edaletê kir, ji bo pîrozbahiya Newroza Gemzeyê peyam şand. Gergerlîoglu di peyamê de got "We li wir agirê Newrozê pêxist. Me jî li Enqereyê di dilê gelan de li Meclîsê agirê Berxwedanê pêxist."    Li gelek navendan bi sed hezaran gel daketin qadan û cejna Newrozê bi dirûşmeya "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin û Bi Ser Bikevin" pîroz dikin. Yek ji cihê Newroz bi girseyî lê hat pîrozkirin jî Gebze bû. Bi hezaran li Pazara Semtê ya Girtî ya Mevlana kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Kocalî ku meclîsê wekîltiya wî xist û li Meclîsê dest bi "Nobeta Edaletê kir, ji bo pîrozbahiya Newroza Gemzeyê peyam şand. Gergerlîoglu di peyamê de Newroza Gelê Gebzeyê pîroz kir û got "We li wir agirê Newrozê pêxist. Me jî li Enqereyê di dilê gelan de li Meclîsê agirê Berxwedanê pêxist."    Gergerlîoglu, anî ziman di hilbijartina 2018'an de tevî hemû astengî û qedexeyan gel çû ser sindoqan û vîna xwe diyar kir û wiha got: "Ez bi vîna gel hatim meclîsê. Gel vîna  xwe da me û em jî heta dawî li meclîsê li vê vînê xwedî derketin. Em bi berpirsiyarî nêzî vê yekê bûn Ev yek tehamul nekirin û dest bi êrîşan kirin. Hemû xerabî anin serê me. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Em ne wekîlên palpiştan in. Em wekilên dilê gel in. Em rûmeta gel temsîl dikin. Ev biryara der barê min de ne biryara gel e. Ev biryara yek zilamî ye."     Gergerlîoglu, destnîşan kir ku Newroz ji nûve hişyarbûn e û wiha bi dawî kir: "Nekarîbûn me têk bibin. Nikaribûn nasnameya me tune bikin. Nikaribûn hebûna Kurdan tune bikin. Em ê heta dawî aştiyê biparêzin û aştiyê bi dawî bikin. "