Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye 2021-03-20 16:12:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Sibê wê li gelek navend û navçeyên bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên bi girseyî yên Newrozê werin lidarxistin. Komîteyên amadekar li gelek navendan xelkê vexwendin pîrozbahiya Newrozê.  Li herêma Serhedê wê li 7 navendan agirê Newrozê were pêxistin. Li van bajaran kelecana Newrozê serwer e û amadekariyên Newrozê yên dawî hatin kirin.  WAN   Di serê van bajaran de Wan tê û wê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di 09.00’an de li ber Keleha Wanê were lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axiver in û hunermend Azad Bedran, Xecê û Koma Awaz jî wê stranên xwe bêjin. Endamê Komîteya Amadekar a Wanê Taylan Şahan got amadekariyên wan temam bûne û xelkê vexwend pîrozbahiyê.     Komek HDP’yî li navçeya Rêya Armûşê geriyan û gel vexwendin pîrozbahiyê.    GEVER    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî amadekariyên pîrozbahiya Newrozê temam bûn. Hevserokê Komîteya Amadekar a Newroza Geverê Abdulkerîm Akdogan diyar kir ku ew ê Newroza xwe bi berxwedanê pîroz bikin û xelkê Geverê vexwend pîrozbahiyê.    Endamê Komîteyê Feyzî Ozcanan jî got amadekariyên wan temam bûne û xelkê bi ruhê Newroza 2013’an vexwend qadê.    Li navçeyê ji bo beşdariya Newrozê belavok hatin belavkirin.    MÛŞ, AGIRÎR, COLEMÊRG, BAZÎD Û TETWAN AMADE NE    Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî wê sibê li Meydana Garê Newrozê pîroz bike. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û rêveberên HDP’ê li taxên Mûşê geriyan û gel vexwendin pîrozbahiyê.    Li navenda Colemêrgê, li navenda Agiriyê, li navçeya Bazîda Agiriyê û li navçeya Tetwana Bedlîsê jî ji bo beşdariya pîrozbahiyên Newrozê belavok hatin belavkirin.   AMED, RIHA, ÊLIH, ŞIRNEX   Li Amed, Riha, Êlihê, Şirnex û Cizîrê jî sibê Newroz tên pîrozkirin û li van navendan jî xebatên bangên ji bo tevlibûna Newrozê hatin birêvebirin û xelkê vexwendin qadên Pîrozbahiyê.   NISÊBÎN Û QOSER   Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê, ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku li her du navçeyan bên kirin, amadekarî didomin. Komîteyên Amedakar ên Newrozê ku li 10 navçeyên Mêrdînê derketin kolanan, bangewaziyên xwe yên ji bo beşdariya Newrozê bi bi belavokan kirin. Li gel qedexeya Qaymeqamiya Dêrikê jî li navçeyê gel ji bo Newrozê hat vexwendin.  Li gel cihan gel derketin paceyên malên xwe û piştgirî dan bangên ku hatin kirin.    Di saetên serê sibehê de li xirbeyê navçeya Qoserê, bi serdanên ku hatin kirin gel jim bo Newrozê hat vexwendin. Heyeta ku Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de li navenda bajar bi gel re hat gel hev û ew venxwendin Newrozê.    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî li navçeya Nisêbînê serdana gel kir û wan vexwend Newroza ku dê sibê pîrozkirin.