Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê 2021-03-20 16:40:56   TEKÎRDAG/ÇANAKKALE - Li Tekîrdag û Çanakkaleyê bi sedan kes li gel barîna baranê jî Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.   Li Taxa Saglik a navçeya Ergene ya Tekîrdagê, Newroz bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” bi tevlîbûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Welatiyan li qada Newrozê dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” , “Bijî Newroz” û “Bijî biratiya gelan” berz kirin. Li gel barîna baranê ya zêde jî coşeke mezin li qadê hebû. Polîsan di nuqteyên kontrolan de nehişt ku zarok û malbatên bi zarok bikevin qada Newrozê. Li ser vê yekê welatî jî li derve hatin gel hev û Newroz pîroz kirin.   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Di Newroza ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum axivî. Gulum, bal kişand ser vekirina doza girtina HDP’ê û wiha got: “Ew dibêjin qey HDP partiya tabelayê ye. Na. Dibe ku AKP û MHP partiya tabela bin lê em partiya gel in, ji gel hêz digirin. AKP û MHP dixwaze parlementeriyên me bêxe. Lê encax gelê me dikare parlementeriya me bixe. Em ê destûr bidin vê yekê? Na. Ewil jin destûrê nadin vê yekê. Em serê sibê radibin desthilat dibêje me Peymana Stenbolê rakir. Ez dipirsim ma we peyman anî ku hûn radikin. Deshilat ji ber dizanin ku dê biçin tirsa xwe vedişêrin.”   AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN   Gulum, piştî axaftinan bi dirûşmeya “Bijî Newroz” agirê Newrozê pêxist. Welatiyan bi stranên bi qasetan hatin gotin bi saetan li dora agir govend gerandin.   BI TILILIYAN DESTHILAT ŞERMEZAR KIRIN   Li Çanakkaleyê jî navnîşana Newrozê Taxa Esenlerê bû. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Parlementera HDP’ê Oya Ersoy, Endamê Meclîsa Partiyê Omer Farûk Kirniç û Engîn Guleser beşdarî Newrozê bûn. Li gel barîna baranê jî coşeke mezin hebû.  " Di pîrozbahiyên bi rêzgirtinê dest pê kir de jinan vekişandina desthilatê ya "Peymana Stenbolê" bi tililiyan şermezar kir. Ersoy, axaftineke kurt kir û spasiya welatiyên li gel hemû zextan herikîn qadê kir. Ersoy pişt re agirê Newrozê pêxist û bi girseyê re goveng gerand. Piştî tîlîlî û gerandina govendê welatiyan qada Newrozê paqij kir û pîrozbahî bi dawî kirin.