Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû 2021-03-20 16:54:45   STENBOL- Newroza Stenbolê ya li Qada Yenîkapi ku daxwaza azadiya Ocalan û vekirina doza girtina HDP'ê mohra xwe lê xistin bi dawî bû.   Newroza Stenbolê ku bi şîara "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin" bi beşdariya sed hezaran Qada Yenîkapi hat pîrozkirin, bi govendên ku hatin gerandin û kilaman bi dawî bû. Di têketina qadê de 2 welatî ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Beşdarên newrozê heta dawiya Newrozê nexwestin deqeyek jî ji qada Newrozê veqetin, li gel hewaya sar jî bi komên biçûk govend gerandin.    Welatiyên ku demekê govend gerandin, bi dûrişmeyên têkildarî azadî dawî li pîrozahiya ku tevahiya rojê berdewam kir anîn.