Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin 2021-03-20 16:57:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûr, Meletî û navçeya Bazarcikê ya Mereşê bi hezaran kes li qadan kom bûn û Newroz pîroz kirin. Gel di pîrozbahiyan de xwedî HDP'ê derketin û xwestin tecrîd bê rakirin.   Li Semsûr, Meletî û navçeya Bazarcikê ya Mereşê, bi şîara "Bi agirê Newrozê em li ber xwe bidin, azad bibin" Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên her sê bajaran bûn. Gel di pîrozbahiyan de, bertek nîşanî tecrîd û doza girtinê ya li HDP'ê hat vekirin dan. Li qadan peyamên "Dema dema azadiyê ye" hatin dayîn û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Bi hezaran kesên li qadan, di heman demê de xwedî li HDP'ê derket û gotin: "HDP gele, gel li vire."