Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin 2021-03-21 07:50:29   COLEMÊRG - Ciwanan agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin û Newroz pîroz kirin.    Komek ciwanên Geverê li Taxa Ormanê kom bûn û bi pêxistina lastikan agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Ciwanên ku bi lastîkan Newroz pîroz kir, heta derengê şevê li dora Agirê Newrozê govend gerandin.    Komek ciwanên Gundê Garê yê Navçeya Şemzînanê jî şevê din agir pê xistin û fişekên hewayî teqandin. Ciwanan li dora agir govend gerandin û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe"û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.