Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye! 2021-03-21 07:52:07   RIHA – Li Rihayê anonsên serwextkirinê yên derbarê Gola Masiya  de tenê bi tirkî û erebî tên kirin. Ji ber ku anons bi kurdî nayên kirin, welatiyan nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev polîtîkayeke dewletê ye.    Her sal bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî diçin Rihayê û serdana Gola Masiya  dikin. Ji bo serdêr derbarê dîroka golê de serwext bibin anons bi tirkî û erebî tên kirin. Her wiha tabelayên danasînê jî bi tirkî, erebî û îngilîzî ne. Lê belê bi tu awayî kurdî tune ye. Serdêran nerazîbûna xwe nîşan da û xwestin anons bi kurdî jî bên kirin.    ‘MA BI KURDÎ BIHATA KIRIN Ê NEBAŞTIR BÛYE?'    Ramazan Mavî ku ji Amedê ji bo Gola Masiya  hatiye Rihayê, got: "Heger gelê kurd hebe, nexwe divê zimanê wî kurdî jî bê bikaranîn. Bi erebî anonst tên kirin, lê ez bi erebî nizanim. Bi hezaran kesên wekî min hene. Ma bi kurdî bê kirin ê ne çêtir be?"    ‘LI RIHAYÊ HERÎ ZÊDE MIROV BI KURDÎ DIAXIFIN'    Serdêr Mehmet Çîftçî jî anî ziman ku li Rihayê ziman herî zêde pê tê axaftin kurdî ye, lewma divê anons bi kurdî jî bê kirin û got: "Li vî bajarî hin welatî hene tenê bi kurdî dizanin. Lewma tavilê divê kurdî jî lê bê zêdekirin. Riha bajarekî pir qedîm û pirzimanî ye. Ez kurd im û dixwazim bi kurdî biaxifim. Biçim ku dixwazim li wir xwe bi zimanê xwe bînin zimên."    WELATIYÊ EREB: DIVÊ KURDÎ JÎ HEBE    Serdêr Omer Ûmût jî got: "Ez ereb im û gava anons bi erebî tê kirin kêfxweş dibim. Bi kurdî nizanim, lê gava bi kurdî jî bê kirin ê baş be."     ‘TENÊ BI KURDÎ DIZANIM'    Riza Çelebî ku ji xeynî kurdî bi zimanekî din nizane got: "Li vî bajarî çend ziman hebin, divê anons bi hemû zimanan bê kirin. Anons tenê bi du zimanan tê kirin û nivîsa li ser tabelayan tenê bi 3 zimana ye. Ev têr nake. Çima kurdî tune ye? Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Piraniya bajêr kurd in."    Hediye Çelebî ya 80 salî jî diyar kir ku ji anonsan tiştekî fêm nake û got: "Ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizanim. Anonstên kirin lê tiştekî fêm nakim. Bi kurdî bê kirin ez ê fêm bikim."    GELÊ QEDÎM Ê BAJÊR: KURD    Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku piraniya kesên li bajêr kurd in û her diçe zextên li ser kurdî jî zêde dibin. Surucu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û got: "Riha, bajarekî dîrokî ye. Bi sedan sal e kurd li vir in. Gelê herî qedîm ê vî bajarî kurd in. Lê belê îqtidara ku her tiştê kurdan înkar dike, bi heman awayî nêzî zimanê kurdî jî dibe."    ‘POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE'    Surucu, destnîşankirin li Gola Masiya  nebûna kurdî "polîtîkayeke dewletê" ye û got: "Polîtîkayên wan ên tunehesibandina kurdan li her derî didomin. Bi tayinkirina qeyûman êrîş birin ser kurdî. Herî dawî di mînaka KADES'ê de, xizmeta bi kurdî tune bû. Eynî wekî pêkanîna li Balikligoluyê di KADES'ê de jî îngîlîzce heye. Her ziman girîng e. Em nabêjin bila îngilîzî tune be, lê bi milyonan kurd hene, xizmeta bi zimanê wan, mafê wan e jî."   ‘EM Ê BITÊKOŞIN'    Surucu, destnîşan kir ku armanca sereke ya van polîtîkayan ew e ku gel bi temamî kurdî ji bîr bike û got: "Lê çi dikin bila bikin, Riha bajarekî kurdan ê dîrokî ye. Bi vî awayî dê nikaribin kurdî bi gel bidin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van polîtîkayan zeximtir bikin."    MA / Emrûllah Acar