Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze 2021-03-21 07:53:02   WAN - Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Jinan bertek nîşan da û gotin: "Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze."    Tirkiye, bi îdiaya ku "pergala malbatê xirab dike" îmzeya xwe ji bin Peymana Stenbolê kişand. Rêxistinên jinan jî destnîşan kirin ku vê biryarê nas nakin û ji bo têkoşînê bang kirin. Li Wanê jî rêxistinên jinan û siyasetmedaran destnîşan kir ku vê biryarê nas nakin.    DIJMIN JINA    Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz, destnîşan kir ku salek e peyman hedef hatiye kirin û ji o biryara navbirî jî got: "Nayê qebûlkirin."    Yildiz got: "Piştî fesixkirina peymanê dê jin hîn bêtir bên kuştin. Ê mêr, hîn bêtir êrîş bikin. Ji ber ku cezayên giran nayên birîn, em ê hîn bêtir bên kuştin."    Yildiz, diyar kir ku pergala heyî dijminê jina ye û got: "Bi vê biryarê ev yek kûrtir bû. Ev nayê qebûlkirin. Em ê li her derî bilêv bikin û biqîrin. Em ê bê hêza xwe ya xweser bitêkoşin û em ê li her derî jinan biparêzin."    'MÊR LÊ DIDE DEWLET DIPARÊZE'    İHevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr Gulderen Varli jî destnîşan kir ku bi vê biryarê re "dijminatiya jinan" a îqtidarê careke din aşkere bûye û polîtîkaya "Mêrd lê dide, dewlet diparêze" careke din aşkere bûye. Varli got: "Fesixkirina vê peymanê, bi taybetî li dijî jinên kurd e. Lê em ê dev ji kuçeyan bernedin û her tim xwe biparêzin. Ji lew re kuçe yên me ne. Em hebûna xwe û rêxistinbûyîna xwe çi qasî biparêzin, em ê ew qasî xurt bibin."    PEYAMA JI BO TÊKOŞÎNÊ    Endama Komeleya Jinan a Starê Emîne Bozkûrt jî destnîşan kir ku biryara navbirî ne biryareke hiqûqî yye û got: "Hikûmet jinan wekî 'jina maqûl' pênase dike. Hewl dide jinan bike robot. Jin vê yekrengiyê qebûl nakin û dê nekin jî. Em ê nebin jina li gor dilê hikûmetê. Bi salan e em vê dibêjin. Em ê nehêlin jin li orta kuçeyan bên kuştin. Dibe ku ji peymanê vekişiyabin, lê yê têkoşîna me dewam bike."    ‘EM QEBÛL NAKIN'    SOnmez Ertaş jî got: "Ev tê wateya ku dê tahde û zilm zêdetir bibe. Lê em ê paş de gav navêjin. Em ê tim li qadan bin. Em ê mafên xwe biparêzin."    Hanim Akkûş jî got: "Divê jin li ber van polîtîkayan serî netewînin. Divê em bi yek bin û li ber van polîtîkayan rabin. Em van kirinên ku jinan tune dihesibînin qebûl nakin. Heya dev ji vê biryarê berdin divê em li ber xwe bidin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin."    MA / Ozlem Yayan