Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû 2021-03-21 08:32:48   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, kêliyên ku polîsan Parlamenterê HDP'ê  Omer Faruk Gergerlioglu li meclîsê binçav kirin vegot. Kaçmaz ku bû şahidê binçavkirina Gergerlîoglu wiha got: "Binçavkirina Gergerlîoglu, ji bûyerên 1994’an xerabtir in. Destûr nedan ku nimêja xwe bike û cilên xwe li xwe bike."      Polîsan Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu li meclîsê binçav kirin. Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî meclîsê parlementeriya wî betal kir, li Meclîsê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribû. Piştî Gergerlîoglu li meclîsê dest bi nobetê kir, polîsan di saeten serê sibê de tevî cilê wî yên şevê, dema li lavabo destmêj digirt bi zorê ew binçav kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, kêliyên ku polîsan Parlamenterê HDP'ê  Omer Faruk Gergerlioglu li meclîsê binçav kirin vegot. Kaçmaz ku bû şahidê binçavkirina Gergerlîoglu wiha got: "Bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin. Tenê destûr da ku abdêstê bigire. Binçavkirina Gergerlîoglu, ji bûyerên 1994’an xerabtir in. Destûr nedan ku nimêja xwe bike û cilên xwe li xwe bike. Bi sedan polîs hatibûn. Gergerlîoglu xwest nimêj bike. Lê destûr neda nimêjê bike. Bi girtekên şaş û derew ên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin serê sibê bi zorê dema Gergerlîoglu ji tuvaletê derdiket binçav kirin û birin."     'JI SALÊN 1994’AN XERABTIR BÛ'    Huseyîn Kaçmaz, da zanîn ku mixabin dîmen û geşedanên pêş ketin ji yên salên 1994’an xerabtir bûn û wiha got: "Her çend dîmenên salên 1994'an li Tirkiye û cîhanê xweş xuya nebin jî, lê ev dîmen îro dîsa li meclîsê dubare bûn. Polîsan mudaxaleyî min û wekîla me Fîlîz Kerestecîoglu jî kirin. Bi milê min girtin û pêşiya min girtin. Destûr nedan ku em dîmen bigirin û vê rewşê teşîr bikin. Ji bo me asteng bikin her tişt kirin. Koma HDP'ê girtin. Serê her odeekê polîsek bi cih kirin. Destûr nedan ku derkevin derve jî. Hindik mabû mamoste Omer bixin xwarê. Bi dehan polîsan ew li pey xwe kaş kirin û birin. Em ê têkoşîna li dijî vê zilm û bê hiqûqiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.