Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye 2021-03-21 09:45:56   ENQERE - Piştî polisan serê sibê parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu bi zorê li meclîsê binçav kirin, li ser hesabê medya înternetê ya Twitterê bû  Trend Topic (TT).    Piştî polîsan Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu li meclîsê binçav kirin, bertek û nerazibûn pir zêde bûn. Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî meclîsê parlementeriya wî betal kir, li Meclîsê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribû. Piştî Gergerlîoglu li meclîsê dest bi nobetê kir, polîsan di saeten serê sibê de tevî cilê wî yên şevê, dema li lavabo destmêj digirt bi zorê ew binçav kirin. Bikarînerên medya înternetê li ser hesabê twîtterê bertekên xwe anîn ziman.    Bi sernavê #WekîlêGelDiBinçavan de ye bi deh hezaran peyam hatin parvekirin.    Navenda Giştî ya HDP'ê jî li ser hesabê tiwîtterê ya medya înternetê wiha got: “Dilê hemû gelê Tirkiye yên bindest li Nobeta Edaletê ya li Meclîsê bû. Îqtîdar û şirîkê wê tehamulî vê hezkirin û rûmetê nekir. Tiştên ku ji dengan bi firmanê û girtekên derew û şaş tên kirin gelê Tirkiye tu carî vê yekê ji bîr nake. #WekîlêGelDiBinçavandeye (#HalkınVekiliGözaltında).”