Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê 2021-03-21 10:51:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatî ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê, ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê.   Bi hezaran welatî, bi armanca li Qendîlê Newrozê pîroz bikin ji çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê. Pîrozbahiya Newrozê dê îro di saet 11:00’an de destpê bike. 2 roj in bi sedan kes bi wesayîtên xwe û otobusan berê xwe didin Binarê Qendîlê. Îro serê sibehê jî bi hezaran kes ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin, bi cil û bergên Kurdî bi wesayît û otobusan berê xwe dan Qendîlê. Herikîna xelkê ya ji bo Qendîlê dewam dike.