Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir 2021-03-21 11:40:07   RIHA - Li Rihayê gel bi hişyara "Em bi agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" pîrozbahiya Newrozê li Stadyuma 11'ê Nîsanê dest pê kir.    Gelê Rihayê ji bo pîrozbahiya Newrozê diherikin qada Newrozê. Gel ji saetên serê sibehê de diçin qada Newrozê. Gelê Rihayê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hişyara "Em bi Agirê Newrozê li Ber Xwe Bidin" pîroz dikin. Gel bi dirûşm û rengên kesk sor û zer li ber Stadyuma 11'ê Nîsanê kom bûn. Bi def zurne û stranan gel rabûn govendê. Gel li qada Newrozê pankartên "Emê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin", "Newroz raperîna jinan a azadiyê ye" daliqandin. Piştî bi hezaran gel li qada Newrozê kom bû, pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.    Polîsan barîkat li pêş qadê danîn û girse piştî di lêgerînê û kontrola HES'ê re derbas dibin dikevin qada Newrozê. Di pîrozbahiya Newrozê de dê Parlamentera HDP'ê Meral Beştaş û parlamenterên din bi axivin. Dê hunermend Nuray Balik û Koma Muzîkê ya Dicle Firatê jî konserê bidin.