Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin 2021-03-21 13:23:28   AMED – Li Amedê sed hezarên ku qada Newrozê dagirtin, agirê Newrozê pêxistin. Parlamenterê HDP’ê ya Amed Semra Guzel ku kesên ku kurdan tune dihesibînin bila li vê qadê binerin, kurd li qada berxwedanê ne.   Pîrozbahiya Newrozê ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” li Amedê tê kirin, bi beşdariya sed hezaran bi gerandina govendê didome. Agirê Newrozê li qadê ji aliyê bi sed hezaran ve bi dûrişmeya “Bijî Serok Apo” hat pêxistin. Li gel ku polis ji paltformê hişyarî dikin û dengê muzîkê bilind dikin jî posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên vekirin û dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin.     KURD LI QADA BERXWEDANÊ NE   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, sed hezarên li qada Newrozê silav kir û wiha axivî: “Amed îro bûye Kawa Hesinkar, berxwedana Kawayê Hemdem û rêhevalê Zekiye û Rahşanan. Newroz berxwedanê tîne berxwedan jî jiyanê tîne. Meha adarê ji bo kurdan meha berxwedanê ye. Qadên Newrozê qadên berxwadanê ne. Li gel her tiştî gelê me li qadê ye. Bi pêşengiya jin û ciwanan li gund û zozanan agirê Newrozê tê geşkirin. Kesên kurdan tune dihesibînin bila li van qadan binerin. Kurd li vê qada berxwedanê ne. Kîjan desthilat dikarê vê rastiyê tune bike.”   PEYMANA STENBOLÊ XETA SOR E   Di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser vekişandina ji Peymana Stenbolê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Desthilat dixwaze têkoşîna jinên berxwedêr tune bike û destkeftiyên me ji destê me bigire. Em ji vir careke din dibîjin ku em hene, em ê hebin û em ê bixwe bin. Serokkomar bi vê careke din nîşan da ku neyarê jinan e. Wê ev biryar kujerên jinan wêrektir bike. Berpirsyarê komkujiyên jinan desthilat AKP’ê ye. Em ê destûr nedin ku Peyman bê betalkirin. Em vê biryarê nas nakin. Em ê têbikoşin.”   BERXWEDANA DIDOME   Di dawiya axaftina xwe de Guzel, bal kişand ser angaştên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Ocalan de jî ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku angaştên li holê bên derbaskirin divê tecrîd bê bidawîkirin. Nezikbûna li hemberî Îmraliyê nezîkbûna li hemberî gelê kurd û Pirsgirêka Kurd e. Li dijî tecrîdê 115 roj in didome. Berxwedana Mazlûm û Sarayan a li dijî Esat Oktay didome. Heta tecrîd hebe wê berxwedan jî hebe û aştî neyê vê axê. Berxwedan û daxwazên girtiyan berxwedan û daxwazên me ne.”   ÇIFTYUREK: VAYÊ QAD VAYÊ GELÊ KURD    Piştî Guzel, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî Newroza gelê kurd pîroz kir û bal kişand ser kampanya ku ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin û banga xwedîderketinê li gelê kurd kir. Çîftyurek, bi bîrxistina zext û pêkutiyên ku li dijî gelê kurd û siyaseta kurd tên meşandin diyar kir ku ferman a paşayan be qad jî ya gelê me ye û ev tişt gotin: “Vayê qad vayê gelê kurd. Siyaseta kurd sed sal e li kuçeyê siyaset dike. Bi hedefgirtina siyaseta meclisê siyaset naqede. Em fermanên we nas nakin. Ev tunekirina êrişên Tifaqa Cûmhûr e. Êdî rewşeke biçe sinqoqê nemaye. Wê gelê kurd bilêta Tiafaqa Cûmhûr bibre. Ji ber vê dibînin êrişê gelê kurd dikin. Êdî dema yekitiyê ye. Heke em bibin yek serkeftin nêz e. Tirkiye û Rûsya dibin yek partiyên kurdan nabin yek. Werin em bibin yek.”   Piştî axaftina Çîftyurek parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi hev re gel silav kirin.    Bernameya bi kilamên Şîlan Dora didome.