Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin 2021-03-21 14:19:34   AMED - 2 jê zarok gelek kesên xwestin tevlî Newroza Amedê bibin, li bendên kontrolê yên polîsan ji ber alên kes, sor, zer û tîşortên ala Kurdistanê li ser bûn, li xwe kirin hatin binçavkirin.   Newroza Amedê, bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bi tevlîbûna bi sedhezaran tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Li bendên kontrolê yên li aliyên Zumrut Kent, Yenîhal û Peyasê hatine danîn, ji serê sibê de 2 jê zerokên temenê wan 11 salî 33 kes ji ber alên kes, sor, zer û tîşortên ala Kurdistanê li ser bûn li xwe kirin hatin binçavkirin.    33 KES BINÇAV KIRIN    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Helîn Çîçek, Remziye Tutaş, V.Ş. (11 salî), Emîne Salman, Bahar Uzunboy, Derya Atli, Ahmet Altûn, Hasret Şan, Murat Kutay, Salîme Kaymaz, Rojbîn Kaymaz, Ebru Ulu, Buşra Temur, Emîne Nazli, Hatîce Batibay, Gurbet Tarhan, Eylem Okuşlu, Hanîfe Yilmaz, Şeyhmus Suren, Hediye Evci, Mulkiye Ozan, Hîlal Ekîn, Sîbel Yuksel Demiralp, Şahîde Bekîrhan, Şukran Kadar, Cîhan Karadaş, M.Ş. (12 salî), Gursel Kocaaga, Suleyman Sogukçeşme, Yûsûf Topkaya, Mîzgîn Savci, Dîlan Çelîk û Ayhan Seven.”