Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne 2021-03-21 15:24:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Qamişlo û Hesekê bi tevlebûna deh hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl li Qamişlo diyar kir ku hêj talûkeyên li ser wan didome û got: Dijmenên gelê Kurd hewl didin projeya gelan têk bibin." Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî li Hesekê beşdarî Newrozê bû û got: "Di şoreşa Rojava de hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê de ne."    Li Qamişlo û Hesekê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê li Qamişlo bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” li gundê Hîmo hat li dar xistin. Di pîrozbahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2021`an li şêniyên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Xelîl, Newroz li gelê Kurd, Ereb û Suryan pîroz kir û got: “Gelê me mafên xwe bi dest xistin. Niha em li pêşiya êriş û aloziyên mezin in. Belê em Newrozê pîroz dikin, lê birînên me hîna rihet nebûne. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Dijminên gelê Kurd hewl didin biratiya gelan li herêmê derb bikin û projeya wan têk bibin.”   Xelîl teqez kir ku Newroza îsal çirûska xwe ji berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye û destnîşan kir ku bingeha biratiya gelan û kombûna pêkhateyan li dor şoreşa xwe, nîşaneya serkeftina wan e. Xelîl, anî ziman ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî divê têkoşîn bê bilindkirin û diyar kir ku gel li dijî zilm û zordariya bi hezaran salan serî hilda. Xelîl behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: “Dewletên biyanî û herêmê beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûn. Wan bawer dikir ku dikarin fikr û felsefeya rêber Ocalan tune bikin. Lê di rastiyê de vê dawiyê zanîn ku ew nikarin fikrên Rêbertî di girtîgehê de sînordar bihêlin.”   Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl teqez kir ku têkoşîn heta pêkanîna 3 armancê sereke dê dewam bike; rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji destê faşîstan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û bidestxistina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê her çar parçeyên Kurdistanê ji mafên xwe re.   Xelîl di axaftina xwe de behsa hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî kir û got: “Divê em yekitiya kurdî li ser bingehek qewîn ava bikin. Bingeha wê fedekariyên şehîdan e û zemîna wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yekitiyek ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî tê dikoşe.”   Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di şoreşa xwe de rastî gelek astengiyan hatin, lê belê karîbûn mafên xwe bi dest bixin. Her wiha teqez kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga cudakariya ji Sûriyê nake wekî ku hin alî idîa dikin û wiha lê zêde kir: “Em hewl didin hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji dagirkeran rizgar bikin, ji Cerablusê bigire û heta Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”   Di Pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û axaftina Ferhad Têlo ya bi navê PYNK`ê axivîn. Tê payîn ku Koma Rûpelda, Koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Sakîne, Koma Pala yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stranan pêşkêş bikin û hunermend Xêro Ebas beşdarî pîrozbahiyê bibe.   HESEKÊ    Li Hesekê jî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên bajarê Hesekê berê xwe da cihê pîrozbahiyê da ku Newrozê pîroz bikin. Newroz bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” hat lidarxistin. Piştî ku malbatên şehîdan meşaleya Newrozê pê xist, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed Newroz li hemû gelên herêmê, li girtiyan û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em îro ji bo pêkanîna azadiyê li qada azadiyê kom bûne. Tevî hemû hewldanên hêzên zordest jî, em ji berê ve meşaleya Newrozê pê dixin.”   Îlham Ehmed diyar kir ku roj bi roj rêya ber bi azadiyê ve tê berdewamkirin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de, ne tenê gelê Kurd lê belê hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne. Birayên me yên hêja yên ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em Newroza îsal li we pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di Newroza sala bê de, çareseriya siyasî û demokrasî pêk bê. Hewldanên me yên domdar ên bi rêya fedakariyên ku me bi hev re li qadên şerê li dijî teror û zordariyê, ji bo vê yekê ne. Em hîna jî di oxira azadiyê de tê dikoşin. Em hêvî dikin ku aramî û îstiqrar pêk bê.”   Îlham Ehmed bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser yekdest bin û got: “Em ê bi îradeya xwe demokrasiyê pêk bînin. Em îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şamê, Şehba û Helebê kom bûne.”   Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ew ê her tim tê bikoşin û vegera ewle ya şêniyan ji bo malên wan misoger bikin û wiha dewam kir: “Em hebûna dagirkeriya Tirk li ser axa xwe û zilm û zordariya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Em rojane sûcên çeteyan li dijî gelê xwe yê aştîxwaz dibînin. Em soz didin gelê xwe ku bi darê zorê hatine koçberkirin û zilmê dibînin, ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û wan herêman rizgar bikin."   Îlham destnîşan kir ku ew di pêvajoeyeke dîrokî re derbas dibin û wiha lê zêde kir:  “Dagirker hewl didin projeyên me têk bibin û îrade û destkeftiyên me tune bikin. Lê belê em ê rê nedin wan. Em ê ji bo azadiyê û guhertina sîstema zordar tê bikoşin. Em dixwazin çareseriya siyasî pêk bê û herêmên xwe rizgar bikin. Em soz didin we ku em ê nehêlin kes mafên me yên rewa ji dest me bigire.”   Ehmed herî dawî got: "Berxwedana jinan yek ji destkeftiyên herî sereke yên şoreşa jinan e, divê jin di hemû qadan de xwe bi pêş bixin.”   Pîrozbahiya Newrozê li Hesekê dewam dike.