Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê 2021-03-21 15:49:34 RIHA – Di pîrozahiya Newrozê ya Rihayê de bi hezaran kesên ku li hev civiyan, bersiv dan tecrîda li Îmraliyê, çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan û zextên li ser HDP’ê. Omer Ocalan ê HDP’î jî diyar kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê Îmralî ye.    Li Rihayê, bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li qada kêleka Stadyûma 11’ê Nîsanê li hev kom bûn. Kesên ji bo Newrozê ku  bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” tê pîrozkirin qadê têje kirin, piraniya wan jin û ciwan bûn. Jinên ku kincên kesk, sor û zer li xwe kiribûn, vekişandina ji Peymana Stenbolê bi dûrişmeyên “jin jiyan azadî” şermezar kirin. Ciwanan jî kûleyan ava kirin û dîmenên rengîn derxistin holê.    PEYAMÊN HATIN DAYÎN   Gelê Rihayê peyamên xwe bi dûrişmeyên berz kirin dan. Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye timik dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.  Çalakiya greva birçîbûnê jî bi dûrişmeya “Bijî berxwedan zindanan” hat silavkirin. Bi hezaran kes jî li dijî zextên li ser HDP’ê dûrişmeyên “HDP gel e, nayê girtin” û “HDP gel e, nayê girtinngel li vir e” berz kirin.    Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûllah Aşitî tevlî Newrozê bûn û bernameyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    Destpêkê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettûllah Aşitî axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û qedexeyê yên li ser kurdî û xwest ku kurd yekitiya xwe neteweyî pêk bînin.    JI ÎMRALIYÊ RE SILAV   Omer Ocalan ê HDP’î jî dema ku derket ser dikê ku axaftina xwe bike girseyê bi yekdengî dûrişmeya “Silav silav hezar silav li Îmraliyê” berz kirin. Piştre Ocalan dest bi axaftina xwe kir û Newrozê li gelê Rihayê pîroz kir. Ocalan, li ser pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyeyê rawestiya û got ku navnîşana çareseriya van pirsgirêkan Îmralî ye û hikûmet jî vê dizane.    ‘GELÊ KURD JI POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ NATIRSE’   Di berdewamê de Ocalan, destnîşan kir ku desthilat vîna gelê kurd nas nake û ji ber vê meseya çareseriyê qulibandiye û wiha got: “Gelê kurd ji polîtîkayên tundiyê yên desthilatê natirse. Em ji girtina partiya xwe natirsin. Xema ew e ku xesar bigihîje gelê me. Gelê kurd li ber began ne miya berxa qurbanê ye. Em gelê herî bingehîn ê ednîgariya qedîm in. Heke dixwazim me têk bibin bila li bavê xwe yên beg binerin. Li dijî zimanê me êriş heye. Em ê heta zimanê kurdî bibe zimanê fermî têbikoşin. Ji bo vê kampanya hat destpêkirin. Ez bang li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dikim ku tişta pêwîst bike. Herkesê di greva birçîbûnê de pîroz dikim. Em bi hev re mezin bibin û biserkevin.”   Piştî axaftinana li ber stranan govend hatin gerandin û Newroz hat pîrozkirin. Pirozbahî bi van govendan û tilîliyan bi dawî bû.    Di pîrozahiyan de 4 jê zarok bi giştî 7 kes hatin binçav kirin.