Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim 2021-03-21 16:22:20   MELETÎ – Kemal Kûrkûrt k udi Newroza Amedê ya sala 2017’an de ji aliyê polisan ve hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayika Kûrkût Sîncan Kûrkût kêlêka gora kurê xwe maçî kir û got ku bûye 4 sal, 44 sal jî derbas bibe ew ê ji bîr neke.   Kemal Kûrkût ku di sala 2017’an de li Newroza Amedê ji aliyê polisan ve hat qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li Goristana Toptaş a li navçeya Batalgazî ya Meletiyê pêk hat û malbata Kûrkût, rêveberên MEBYA DER, Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê û gelek kes tevlî bûn. Beşdarên bîranînê qurnefîlan danîn ber serê gora Kûrkût. Di vê kêliyê de Dayika Kûrkût Sîncan Kûrkût xwe avêt ser gora kurê xwe û zêmarên kurdî got. Sîncan Kûrkût, destnîşan kir ku di ser qetilkirina kurê wê de 4 sal derbas bûne û wiha got: “Tu mesûm î, çawa te qetil kirin? Bû 4 sal, ew bibe 44 sal jî ez ê te ji bîr nekim.”   ‘EZ DEV JIN DOZA XWE BERNADIM’   Piştî bîranînê Sîncan Kûrkût ji Ajansa me re axivî  û ev tişt gotin: “Di nav 4 salan de rewşa pir xerab bû. Dewlet çima wiha dike? Kemalê me bêyî sûc kuştin û çima ceza nedan kujeran? Zarokek ciwan bû û diçû zanîngehê. Ez gilîker im. Heta kesê ku Kemalê min qetil kir ceza negire ez ê dev ji doza xwe berendim. Dema ku bavê wî mir Kemal 4 salî bû. Herkes diçe Newrozê çima wî kuştin? Ez mafê xwe li dewletê helal nakim. Bila edalet cihê xwe bibîne û ciwan nemirin. Belkîn Elvan di 14 saliya xwe de çû nan hat kuştin. Kujeran ceza negirt. Êja ewled ev e. 4 sal ez çi dikişinim.”   ‘XESARÊ NEDA MORÎSTANGÊ’   Kûrkût, bi lêv kir ku bi saya wêneyên ku rojnameger Abdûrahman Gok kişandiye angaştên  “Bombeya zindî” ên derbarê kurê wê de derew derketine û herî dawî ev tişt got: “Di çenteyê wî de tiştek derneket. Pirtûka helbestan derket. Kemal xesarê nedida morîstanga jî. Xeyalên wî hebûn, li kemanê dida. Kemal mesûm e, mesûm e, mesûm e.”