Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e 2021-03-21 17:40:37   ÊLIH - Li Êlihê zêdeyî 100 hezar kes beşdarî Newrozê bûn û Newroz pîroz kirin. Girsê bi dirûşmeyan tecrîd şermezar kir û Azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan xwestin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di Newrozê de axivî û got: "Bila her kes baş zanibe ku Ocalan vîna gel e.    Li Êlihê zêdeyî 100 hezar beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û di pîrozbahiyê de ji Ocalan re azadî xwestin. Di pirozbahiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, nûnerên partiyên di Komxebata Îtîfqa Kurdistanî de cih digirin, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên CHP û Partiya Saadetê amade bûn. Bi deh hezaran di nokteyên lêgerînê yê polîsan re derbasî qadê bûn. Ji ber polîsan kodê HES'ê xwestin, li ber nokteyên kontrolê bi hezaran kedin dorê. Jinan bi kiras û fîstanên xwe, mêran jî bi şal û şepikên xwe qad bi rengê neteweyî xemilandin. Girsê li qadê pankartên “Newroz serhildana mezin a Jinan e", “HDP gel e, gel li vir e", “HDP hevî ye, hevî li ser piyan e." vekirin. Dîsa girsê alên HDP'ê rakirin û dowîzên “Newroz pîroz be” û “Newroz jiyane” rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindana” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.    NEWROZA GIRTYAN PÎROZ KIRIN   Piştî bernameyê dest pê kir, Serokê Komîteya Amadekar û Serokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kulpu, ewil axivî û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê silav kir û wiha got: "Ez Newroza çar perçeyan pîroz dikim. Newroz serhildan e. Li diji zilma Dehaq berxwedan e. AKP û MHP ji ber bêçaretiya xwe dixwaze HDP'ê bigire. Ev dem dema  Kurdan e."    Piştî axaftina vekirinê agirê Newrozê pêş xisit. Dayika Aştiyê Muhlise Hinar jî bang li hemû dayikan kir û xwest ji bo aştiyê hemû dayik piştgiriyê bidin têkoşîna wan a aştiyê. Piştre Koma Kollektifa Ritma Azad derket ser dikê û stran gotin. Piştî komê Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca axivî û helwesta gel a ku qada Newrozê tijî kir pîroz kir. Uca, ewil komên li Şengal, Rojava, Başur û diasporadeyê ketine grevê û Îmralî silav kir. Uca, betalksirina îmzeya Peymana Stenbolê rexne kir û got: "Ev qat encama tekoşîna jinan ew qas tijî bûye. Em li vir bang dikin. Em ê heta dawî li peymanê xwedî derkevin."    Uca, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Dive tecrîd bi dawî bibe. Di demên dawî de li ser medya îdeayên cuda hene. Li Îmraliyê çi dibe? Çima malbat û parêzer nikarin biçin îmraliyê. Em dixwazin CPT li rola xwe xwedî derkeve. Di hevditina dawî de Birêz Ocalan gotina xwe got. lê dewletê erka xwe pêk neanî. Li şûna gavan bavêje bêtir tecrîd giran kir. Em carek din li vir barg dikin em tu carî li dijî zilmê serî natewînin. Em ê têkoşîne mezin bikin. Em dibêjin Berxwedan jiyane.    ‘OCALAN VÎNA GEL E'   Herî dawî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Ozturk, girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de ne silav kir û wiha got: "Tecrîd dê bi berxedana girtiyan bê şikandin. Niha çalakiya li zindanan dest pê kiriye, niha li hemû cîhanê belav bûye. Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê berxwedan bidome. Divê her kes zanibe ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê her kes li dijî vî sûcê mirovahiyê li ber xwe bidin. Bila her kes zanibe ku Ocalan vîna gel e. Hûn nikarin vê vînê tune bikin. Divê bi lez parêzer û malbat biçin îmraliyê.  Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.