Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin 2021-03-21 17:55:22     SÊRT- Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de axivî, xwest deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Ê ku aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e."    Li Sêrtê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" Newrozê pîroz kirin. Girseyê danê sibehê berê xwe da Qada Newrozê ya li Taxa Barişê. Îsal jî qad bi dengê jinan rengîn bû.    Bi hezaran kesên hatin qadê li ber muzûkê govend gerandin û bi hilgirtina alayên HDP'ê, doza derbarê girtina HDP'ê de şermezar kirin. Her wiha girseyê tim dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Ewilî Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr axivî û diyar kir ku dê HDP wekî kabûsan bi ser wan de biçe. Piştî Batûr, Serokwekîla Koma HDP'ê û Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr agirê Newrozê vêxistin. Piştî agir hat vêxistin bi hezaran gkes berê xwe dan agir û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.    QAD BERSIVÊ DIDE    Piştî agir hat vêxistin, Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî. Taş, zext û zoriyên li ser gelê kurd bibîr xistin û anî ziman ku îqtdarê qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kirine, parlementeriya parlementerên wê betal kirine û niha jî çavê wê lê ye HDP'ê bigire. Taş got: "Em bersivê nadin îqtidarê, qad û gel jixwe bersiva îqtidarê didin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Piştî Taş, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, diyar kir ku di salên adwî de îqtidar û MHP tim êrîşê dibin ser HDP'ê û got: "Em ê bi ser bikevin, bila kes bela xwe di gel nede.Îqtidar pir ditirse, ji lew re her ku wext derbas dibe, rayên wan dihelin û dizanin ku dê biçin."    Beştaş, destnîşan kir ku qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin ne vîna gel in û qeyûman nas nakin. Beştaş, bilêv kir ku niha şaredarî ne yên gel in, vîna Enqereyê ne û got: "Armanc, vîna gel bidin jibîrkirin, lê nizanin ku kes vîna xwe ji bîr nake."    MÎMARÊ AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE    Beştaş, destnîşan kir ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin û sedema van grevan jî tecrîda li Îmraliyê ye. Beştaş, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li her derî belav bûye û got: "Em tecrîdê nas nakin, qebûl nakin. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, em dibêjin tavilê bila deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ê ku aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e."    'EM Ê ÇOK DANEYNIN'    Beşatş, bilêv kir ku ew parlementer, rêvebir ûe ndamên HDP'ê soza ku dane gel, li pey soza xwe ne û got: "Yek ji me jî bimîne, em ê serî li ber wan netewînin, qethiyen em ê çok daneynin û em ê xwedî li vîna we derkevin."    KEVOKÊN AŞTIYÊ HATIN FIRANDIN    Piştî axaftina Beştaşê Dayikên Aştiyê hatin ser dikê û kevokên aştiyê firandin. PIştî Dayikên Aştiyê jî Koma Hîvron stran gotin û li ber stranên komê govend hat gerandin û pîrozbahî bi vî awayî bi dawî bû.