Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin 2021-03-21 17:55:23   AGIRÎ - Bi hezaran şêniyên Bazîdê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Ciwanên beşdarî Newrozê bûn, piştî pîrozbahiyê meşek girseyî li dar xistin û bê navber dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.    Yek ji navendên Serhedê yên herî zêde bi coş û girseyî Newroz pîroz kirin navçeya Bazîdê bû. Gelê Bazîdê bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Gelê Bazîdê di saetên serê sibê de li pêş avahiya HDP'ê kom bûn û bi girseyî meşiyan qada pîrozbahiyê. Girse li qada tenişta  şaredariyê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Bi hezaran kes ji gund û taxan hatin li qadê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê ya Bazîdê Gonul Ozturk, daxwaza aştiyê anî ziman û bertek nîşanî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê da. Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelîk jî Newroza girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî bal kişand wate û girîngiya Newrozê ya ji bo gelên bindest.    CIWAN MEŞIYAN   Piştî pîrozbahiyê bi sedan ciwanên li qada Newrozê kom bûbûn, meşiyan. Ciwanên beşdarî Newrozê bûn, li Kolana Cumhuriyetê meşek girseyî li dar xistin û bê navber dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindana" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.