Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê 2021-03-21 18:47:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mûş û Bedlîsê  gel bi coşeke mezin Newrozê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de biryara derbarê girtina HDP'ê de hat şermezarkirin.   Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Kentê ya Tetwan a Bedlîsê bi dawî bû. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevli pîrozbahiyê bûn û di dema pîrozbahiyê de tim dirûşmeya "HDP, gel e, gel li vir e" hat berzkirin.Girseyê li dor agirê Newrozê govend gerand.    Di pîrozbahiyê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû, nerazîbûna xwe ya ji bo vekişîna ji Peymana Stenbolê anî ziman û got: "Ê jin nesekinin. Zext û zorî nikarin me teslîm bigirin."    'HDP GEL E'   Paşê Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk axivî û got: "HDP gel e. Kesên dixwazin deriyê HDP'ê qufil bikin, bila werin li coşa vê qadê mêze bikin. Gava hûn HDP'ê bigirin, ê 6 milyon HDP'î neçin malê. Yek ji me jî bimîne em ê çok daneynin."    Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali jî bal kişand ser krîza aborî û got: "Pergal, êdî xitimiye. Pere hemû dna rantxuran."    Pîrozbahî piştî axaftinan bi govendgerandinê bi dawî bû.    MÛŞ     Li Mûşê jî Newroz li Qda Îstasyonê hat pîrozkirin. Li ber stranên Koma Deşta Geverê demeke dirêj govend hat gerandin. Di dema pîrobahiyê de girseyê tim "HDP, gel e, gel li vir e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'a bajêr Sîbel Genç axivî û bal kişand ser Peymana Stenbolê û nerazîbûna xwe ya ji bo vekişîna ji peymanê destnîşan kir.    Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên welêt. Koçyîgît, di axaftina xwe de destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkan tecrîda li Îmraliyê ye û nerazîbûna xwe ya ji bo tecrîdê bi vî awayî anî ziman: "Girtina deriyên Îmraliyê, bû fatûreyek giran û li welêt bar bû. Girtina deriyê Îmraliyê neçareseriyê kûr dike. AKP, hewl dide bi rêbazên ewlehîparêz pirsgirêkê çareser bike. Bila tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin."    Konuşmaların ardından Newroz ateşi yakıldı. Kutlama, Ayfer Düzdaş'ın seslendirdiği şarkılarla son buldu.