Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de 2021-03-21 19:57:32   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, derbarê 2 zarokên ku pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî da.    Li mezrika Yekmal a navçeya Qilebanê ya Şirnexê Yûsûf Atayê 14 salî û Caner Sakê 16 salî gava heywanên xwe diçêrandin pêl mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Şirnexê derbarê her du zarokan de di malpera fermî ya walîtiyê de daxuyaniyek bi nivîskî parve kir.   Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku welatiyên bi navê Yûsûf Ata (14) û Caner Sak (16) salî di 21.03.2021'ê saet di 15.00'an de gava heywanê xwe diçêrandin muhîmatek teqiyaye û ji ber vê birîndar bûye û bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine kirin, lê belê ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dane. Walîtiyê ragihand ku Dozgeriya Komarê a Qilebanê derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî daye destpêkirin.