'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê' 2021-03-22 09:01:00 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê ji bo îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin got: "Daraz bûye buroyeke hiqûqê ya AKP û MHP'ê."  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Keskîn Bayindir, îdiayanameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin û betalkirina parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû nirxand.    Bayindir, destnîşan kir ku îqtidar ji sala 2015'an heya niha li hemberî HDP'ê planên bertengkirin û tasfiyekirinê çêdike û got: "Herî dawî di 17'ê Adarê de bi telîmata darazê parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû hat betalkirin û piştî vê biryarê derbarê girtina HDP'ê de doz hat kirin. Ev diyariyek bû ji bo kongreya MHP'ê. Ev gav, di kongreyê de destê Bahçelî qewî kirin û di heman demê de rastiyeke wekî tasfiyekirina tevgera siyasî ya Kurd e ji siyaseta demokratîk. Hedefgirtina siyasetmedarên di nav tevgera siyasî ya kurd de, bi awayekî aşkere nîşan dide ku bûne hedefa îqtidara AKP-MHP'ê."    ‘BUROYA HIQÛQÊ YA ÎQTIDARÊ'    Bayindir, bibîr xist ku ji bo girtina HDP'ê îqtidar HDP'Ê hedef nîşan daye û bi dû re zûzûka îdianame hatiye amadekirin. Bayindir, anî ziman ku niha daraz ji dêvla ku ji bo gelan bibe cihê edalet û wekheviyê, li gor hedef û armancên AKP û MHP'ê dişixule û got: "Daraz bûye buroyeke hiqûqê ya AKP û MHP'ê."    Bayindir, bal kişand ser betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû jî û destnîşan kir ku hem bloka demokrasiyê hem jî partiyên derî blokê nerazîbûna xwe anîne zimên. Bayindir, destnîşan kir ku li bara raya giştî ya Tirkiyeyê tu beranberiyeke êrîşên li ser HDP'ê tune ne û got: "Helbet muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di civaka navneteweyî de jî li dijî îqitidara AKP û MHP'ê bertek tên nîşandan. Helbet ev ji bo meşrûiyeta me ya civakî xurt bibe, nexlerêyekê berpşî me dike. Ev operasyonên tasfiyekirin, nîşan didin ku li nav welêt ji xeynî îqtidara AKP û MHP'ê ji aliyê tu kesî ve nayên taswîpkirin. Mirov dibînin û dizanin AKP û MHP tenê ji bo îqtidara xwe dixwazin HDP'ê bigirin. DBP jî pêkhateyeke HDP'ê ye û dê li dijî van operasyonan, çi li qada neteweyî çi li qada navneteweyî piştgiriya ji bo HDP'ê bigihîne raya giştî û veguherîneke zemîneke rewa. Ê li dijî vê bi awayekî hîn xurtir bitêkoşe."    ‘Ê TEMENÊ ÎQTIDARÊ DIRÊJ NEBE'    Bayindir ku got "Jixwe em bênavber têkoşînê qewîtir dikin" got: "Helbet armanca van êrîşên li ser HDP'ê ew e ku derbeyekê li vê têkoşîna me ya berdewamî bixe. Bi pêkanînan planên bi vî rengî, a rast pêşî li ber nîqaşkirina rojevên sereke yên welêt jî tê girtin. Ji lew re krîza aborî û siyasî ya li welêt kûr bûye. Îqtidara AKP, ji dêvla ku bibe muxatabê van pirsgirêkan, lê berevajî vê hewl dide bi temamî ser van pirsgirêkan binixumîne. Lê belê dê ev êrîş, nikaribin temenê îqtidara AKP-MHP'ê dirêj bikin."    ‘EZMÛNEKE 30 SALÎ'    Bayindir, diyar kir ku bi girtina HDP'ê re dibe ku îqtidar ber bi hilbijartineke pêşwext ve biçe. Bayindir, ji îqtidarê re diyar kir ku HDP xwedî ezmûneke 30 salî ye û got: "Heger hilbijartineke pêşwext çêbibe, dibe ku hilbijartineke bêyî HDP'ê çêbibe. Lê belê pêkhate, dost û hevalbendên HDP'Ê li ser pêya ne û bi awayekî alternatîf amadekariyên me hene. HDP, li hemberî hemû senaryoyan xwe amade kiriye û xwedî ezmûn û tecrûbeyeke 30 salî ye."    Her wiha Bayindir ji bo 687 siyasetmedarên ku tê xwestin di warê siyasetê qedexe li pêşiya wan bê danîn jî destnîşan kir ku "hewldaneke bêhûde ye" û got: "Dibe ku qedexeyê deynin ber 687 hevalên me, lê bawer bikin bi rihetî di cî de dê 6 hezar kes şûna 687 hevalên me dagirin."    'Ê BIBE SEDEMA KARESAETEKE MEZIN'    Bayindir, destnîşan kir ku dê ev operasyonên li dijî HDP û hêzên demokrasiyê tên kirin bibin sedema karesatên mezin û bang li hemû kesên xwedî wijdan û rêxistinên civaka sivîl kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.    MA / Ergîn Çaglar