Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin 2021-03-22 09:01:02 STENBOL - Pêkhateyên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglûyê HDP'î û binçavkirina wî anîn ziman û li dijî êrîşan ji bo têkoşînê bang li her kesî kirin.  Omer Farûk Gergerlîoglû, piştî betalkirina parlementeriya wî li Meclîsê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Di roja 5'an a nobetê de nîvê şevê polîsan avêt ser Meclîsê û ew binçav kirin. Di dema binçavkirinê de nehat hiştin Gergerlîoglû kincên xwe jî li xwe bike. Gelek kesan nerazîbûna xwe ya ji bo van pêkanînan anî ziman. Pêkhateyên Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), destnîşan kirin ku êrîşa hatiye kirin di şexsê Gergerlîoglû de, li hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê hatiye kirin.    'ZORBETÎ'    Nûnera Alinteriyê Muruvet Kuçuk, betalkirina Peymana Stenbolê û doza girtinê ya derbarê HDP'ê de bibîr xist û got: "Pîvanên civakiyî hatin binpêkirin û nîvê şevê avêtin ser Meclîsê û Gergerlîoglû binçav kirin. Bi sedan polîs diçin korîdorên meclîsê. Rejîma faşîst bi awayekî terorî dibêje, 'Ez çawa bixwazim ez ê vê pergalê wisa ava bikim. Heger hûn li gor sînorê ku min daniye siyasetê bikin, hûn ê karibin li ser wan qoltixan rûnên. Jixwe erkeke we ya qanûnçêkirinê tune ye, hûn bi qasî erka xwe hene. Ya na dê wisa be.'"    Kuçuk, binçavkirin û girtina parlementerên DEP'ê bibîr xist ku di sala 1994'an de hatibûn girtin û got: "Wê demê rasterast êrîş dibirin ser gelê kurd. Lê îro hem êrîşê dibin ser gelê kurd hem jî ser hemû gelên Tirkiyeyê. Îqtidar bi awayekî aşkere gefan li bindestan û gelê kurd dixwe û bi vî awayî rejîma xwe didomîne. Rejîm, ji sala 1994'an bêtir qels bûye. Bi zorbetiyê bi rê ve dibe. Lê em baş dizanin hêza rêvebirinê ya zorbetiyê tune ye."    ‘ÊRÎŞKARÎ ADETEKE FAŞÎZMÊ YE'    Nûnera Platforma Yekîtiya Têkoşînê Seher dûrsûn jî got: "Bi vî awayî binçavkirina Omer Farûk Gergerlîoglû, bsînoriya êrîşkariya îqtidarê nîşan dide. Ev êrîşkarî, adeteke faşîzmê ye."    BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR   Dûrsûn, destnîşan kir ku îqtidar ji hebûna HDP'ê nerihet dibe û got: "Çîna sermayedar ya monopol û hêzên emperyalîst, ji bo di şerê bi salan ê li Tirkiye û Kurdistanê de bi ser bikevin, biryar dabûn ku hemû erkan li navendekê kom bikin. Wisa tê famkirin ku biryar dane ku şerê azadiyê yê neteweya kurd û serîhildana gel bi awayekî tund bitepisînin."   Dûrsûn, anî ziman ku doza derbarê HDP'ê de jî girêdayî vê yekê ye û got: "Lê li hemberî evana tişta divê em bikin pir zelal e; li kuçe û kolanan, li dijî faşîzmê xurtkirina têkoşîna hevpar e."    'EM Ê BI HEV RE XURT BIKIN'    Nûnera Partîzanê Sînem Ozkan jî diyar kir ku tiştên diqewimin berdewama polîtîkayên dijminatiya li hemberî kurdan û partiyên wan e. Ozkan, betalkirina parlementeriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûlalri û girtina wan bibîr xist û got: "Niha heman tiştî li Gergerlîoglû dikin. Gergerlîoglû, ji bo derdoreke berfireh temsîliyeteke pir girîng e. Çi di warê mafên mirovan de çi di warê têkoşîna gelê kurd û kedkar û karkeran de bûye sembol. Êrîşa li ser Gergerlîoglû, t wateya êrîşa li karker, kedkar û gelê kurd. Em li cem têkoşîna Gergerlîoglû ne. Dibe ku parlementeriya wî betal kiribin, lê wê têkoşîna wî bidome. Em ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin."    'TEKANE RÊ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ'    Ozkan, destnîşan kir ku dewlet dixwaze têkoşîna HDP'ê terorîze bike û li dijî êrîş û zextan bal kişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî: "Li dijî van êrîên sîstematîk ên dewletê, ê têkoşîna me jî li kuçe û kolanan bidome."