Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin 2021-03-22 11:38:51   AMED – Welatiyên ku tevlî Newroza Amedê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anîn ziman û bertek nîşanî girtina HDP’ê dane û gotin ku nikarin ava ku diherike qut bikin.    Newroza Amedê careke din bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Li gel hemû zext û astengiyan jî Newrozê Amedê ya îsal Newroza sala 2013’an de ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Deklerasyona Aştiyê” lê hat xwendin bi bi bîr xist. Di saetên serê sibehê de bi ji çar aliyê bajar bi hezaran kes herikîn Parqa Newrozê û di saetên nîvro de qad bi sed hezaran têje bû.    Di Newrozên Amedê her sal girîngî û peyamake cuda dertê pêş. Sala borî ji ber pandemiyê Newroz bi awayekî girseyî nehatibÛ pîrozkirin, lê pîrozahiya Newrozê ya îsal cuda bû. Di pêvajoya Newroz hat pêşwazîkirin de têkildarî tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de li ser medya civakî angaştên balkêş hatin kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan berdewam kir, doza girtinê li HDP’ê hat vekirin, parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû hat xistin û li meclisê bi zorê hat binçavkirin. Ji ber van rojevên girîng peyama Newroza Amedê gelek dihat meraqkirin lê ewqas jî beşdarîbûna wê. Li gel her tiştî jî Amedê di Newrozê de gotina xwe got û hêza xwe careke din nîşan da.    Kesên hatibûn qada Newrozê ji her tiştî agahdar bûn û li gorî armanca û rihê Newrozê hatibû pîrozbahiyê. Kesên ku me girtina HDP’ê ji wan pirsî, diyar kirin ku wê hesab şaş ne ji Bexdayê dê ji Amedê vela derkevin.    Li qada Newrozê ciwan, jin û extiyarên ku me mîqrefon dirêjî wan kir peyamên girîng dan.    ‘EM GELEK BI HÊRS IN’    Ramazan Ertekîn (28) ku bi salan e tê Newrozê, diyar kir ku zextên li dijî HDP’ê zilm e û wiha got: “Divê em li dijî vê zilmê derkevin, heke em dernekevin wê me bipelçiqînin. Em gelek bi hêrs in. Ji ber ku em kurd in vê dikin. Ji ber ku AKP tiştekî nake dixwaze zextê li me bike, me bike zindanan û vîna me xesp bike.”   ‘EM Ê DÎSA VEBIKIN’   Ezba Dûran (40) jî bi lêv kir ku ew çiqas HDP’ê digirin bila bigirin ew ê dîsa vebikin û ev tişt got: “Weke ku ew difikirin wê wisa bi hêsanî HDP’ê neqedînin. Kurekî min girtî ye û niha di greva birçîbûnê de ye. Sed hezarên li qada Newrozê li dijî girtina HDP’ê ne û bersiv dane tecrîdê.”   ‘WÊ EV ŞER BIDOME’   Deylem Fatime Dolat (31), got ku hewldanên girtina HDP’ê nehiqûqî ne û nêrina xwe ya derbarê mijarê de bi van gotinan parve kir: “Ji 6 milyonan zêdetir kes dengê xwe dan vê partiye. We partiye girt gelo hûn ji vî gelî çi bikin? We berê jî DEHAP, DEP, DTP’ê girt, çi bû? Niha jî dixwazin HDP’ê bigirin. Ew çiqas dixwazin bigirin bila bigirin sed hezarên li qada Newrozê nîşan didin ku em çiqas mafdar in. Berxwedan jiyan e. Wê gelê kurd tiştên pêk hatine qet ji bîr neke. Dema ku dema wê bê wê tiştên pêwîst bike. Çi dikin bila bikin wê nikarin rastiyê tune bikin. Wê ev şer bidome.”   ‘EM KURD BUNE EM Ê KURD BIMIRIN’    Galîp Yilmaz (72) ku ji Erdexanê hatiye Newrozê, diyar kir ku gelê kurd careke din sîleke mezin li dethilatê daye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê çoşeke mîna ya Newrozê ya tu partiyê tuneye. Desthilat rabûye dibêje em ê HDP’ê bigirin. Ji berê ve ji kurdan ditirsin. Kurd fîkî, dîrek û bingeha vî welatî ne. Ne kurd kesên ku HDP’ê digirin vî welatî dabeş dikin. Em weke kurd li xaka Mezopotamyayê ji dayik bûne û em ê kurd bimirin.”   ‘EM Ê BÊDENG NEBIN’   Ronahî Îpek (20) jî got ku ew ê li dijî daxwaza girtina HDP’ê bêdeng nebin û wiha got: “Heke bê girtin bê avahiya bajar bê girtin. Tişta neyê girtin jî sed hezarên li Newroza Amedê ne. Berxwedanan desthilatê tirsandiye. Em ê hê bêtir li ber xwe bidin û wan bitirsînin. Em hê pir şer bikin. Wê hê me pirs bibînin û bitirsin. Em hene û em ê hebin. Çi dibe bila bibe em bi pêş ve biçin û paşde gav navêjin.”   ‘DITIRSIN’    Beşdareke din Newrozê Halîse Aksoy (53) jî anî ziman ku neheqiyeke mezin li HDP’ê û gelê kurd tê kirin û derbarê zextên li ser kurdan wiha axivî: “Ditirsin. Bi mezinbûna HDP’ê re AKP matmayî dimîne û nizane ku çi bike. Heke dixwazin bila HDP’ê bigirin lê wê serkeftin a kurdan be. Ji ber ku HDP mirovahî, hiqûqê diparê wê digirin. HDP partiya gelan e. Çareserî di tekparêziyê de nîne. Çareserî piranîparêzî ye.”   ‘CIHÊ VALA MIJÛL DIBIN’   Yuksel May (66) ku ji bo Newrozê ji Xarpêtê hatiye jî nêrînên xwe wiha parve kir: “HDP dengê 6 milyon kesî girtiye. Armanca girtina wan pêşî girtin û tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Ji ber ku HDP azadî û demokrasiyê diparêze dixwazin wê bigirin. Di salên 1990’î de jî vê ceribandin lê nebû. Nikarin ava ku diherike qut bikin. Cihê vala mijûl dibin.”   ‘ÊDÎ AKP DENG NAGIRE’   Welatiyê bi navê Muhterem Yaşa (45) jî destnîşan kir ku bêyî MHP’ê AKP nikare bibe desthilat û ji neçarî êrişî HDP’ê dike û wiha got: “AKP û MHP timik xwe dikine rengên cuda û dixwazin hinekan tasfiye bikin. Dixwazin HDP’ê jî tasfiye bikin û dengê wê bigirin. Lê wê gelê kurd tu carî dengek jî nede AKP’ê. Êdî AKP nikare ji kurdan deng bigire. Heta niha çiqas partiyên kurdan girtine nebûye çareserî.  Her ku çûye HDP’ê dengê xwe zêde kiriye. Heke HDP’ê bigirin jî wê partiyeke nû bê. Wê hê bihêztir be. Wê gel dîsa dengê xwe bidin partiya xwe.”   ‘DIVÊ NEYÊ GIRTIN’    Ziya Guler (60) jî ev tişt gotin: “Girtina HDP’ê neçareserî ye. Encamgirtina bi zextan ne çareserî ye. Em dixwazin aliyê aştî û xiwşk û biratiyê bin. Divê HDP neyê girtin û pêşiya siyasetê bê vekirin. Heke girtina partiye çareserî bûna dema girtina Orhan Dogan wan a wê çareserî çêbûna. Çareserî xwedî derketine li vîna gel û pêşî vekirina li aştiyê ye.”   MA / Azîz Orûç / Ergîn Çaglar