Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin 2021-03-22 12:22:59   STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza "Hevdîtina lezgîn" cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarıca, Cengîz Yurekli û Serbay Koklu têkildarî îdiayên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de pêş ketin, bi daxwaza "Hevdîtina lezgîn" cardin serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçim Îmraliyê.    Parêzeran, di heman demê de ji bo bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin bikin, serî li dozgeriyê dan.   JI BO MALBAT Û WASÎ SERLÊDAN   Parêzeran di heman demê de, ji bo ku birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin biçin Îmraliyê û hevditin bikin, serlêdan kirin.   Parêzeran xwestin ku ev serlêdanên wan bi lezgînî bên nirxandin û tavilê bên qebûlkirin.   HEMÛ SERLÊDAN RED KIRIN   Parêzeran di daxwaznameyên dan de, dest nîşan kirin ku mabatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Parêzaran, dan zanîn ku piştî van hevdîtina hemû serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin.    PÊŞKETIN TUNEYE   Parêzeran bal kişand ser rapora CPT'ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, şertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bên girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bibîr xistin ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdîayên pêş ketin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin.