Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin 2021-03-22 13:12:51   OSMANIYE – Walîtiya Osmaniyeyê ku serlêdana Komîteya Amedekar a Newrozê qebûl kiribûn, beriya destpêkirina pîrozbahiyê Newrozê qedexe kir.    Walîtiya Osmaniyeyê, bi hinceta vîrûsa koronayê, li bajar pîrozbahiya Newrozê ku wê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” bihata kirin, qedexe kir. Li gel ku serlêdana Komîteya Amedekar a Newrozê ji aliyê walîtiyê ve hatibû qebûlkirin jî polisan pîrozbahiyê asteng kir.    Beriya destpêkirina bernameya pîrozbahiyê polisên ku hatin qada Newrozê, angaşt kir ku pankartên ku pêşkêşî walîtiyê hatine kirin hatine qedexekirin û wê destûr nedin pîrozbahiyê. Polisan ji bilî vê astengiyê li gelek kesên ku hatibû pîrozbahiyê jî bi hinceta tevdîrên vîrûsa koronayê cezayê pere birî.   BERTEKA QEDEXEYÊ   Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekgoz, bertek nîşanî qedexeyê da û diyar kir ku qedexe bêqanûnî û neheqî ye û wiha got: “Bi awayekî fermî biryara qedexeyê peşkêşî me nehat kirin. Polîtîkayên ku hikûmet dimeşîne cudabûna di navbera civakê de kûr dikin. Li her derî Newroz hat pîrozkirin lê li Osmaniyeyê hat qedekirin. Em bi pêkanînên dîktatoriyê re rû bi rû ne.”