Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin 2021-03-22 13:32:49   ENQERE - Dema binçavkirina 10 kesên rêveberên HDP’ê jî di nav de yên li Eqerê hatibûn binçavirin hat dirêjkirin.   Li Enqerê, polîsan di 19’ê Adarê de, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtibûn û rêveberên HDP’ê jî di nav de 10 kes binçav kiribûn. 10 kesên Berdevka Meclîsa Jinna a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê Zeyno Bayramoglû, Endamê Meclîsa Partiyê (PM) Alî Ozkan, Hevseroka Eskîşehîrê Şukriye Ercan û Hevserokê Mamakê Mûstafa Ûgûr Akkaya jî di nav de 4 rojin dibin çavan de tên girtin.   Her 10 kes îro sewqî dozger hatin kirin û 2 rojên dema binçavkirina jinan û 4 rojên din ên dema binçavkirina mêran hat dirêjkirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎDH) Ozturk Turkdogan ê di heman operasyonê de hat binçavkirin, hatibû berdan.